Diyarname
Li Parlemena Ewropayê (PE) ya li Brukselê pêşangeha wêneyan hate vekirin ku di pêşangehê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên YPG/YPJ'yiyan, wêneyên kurdên Rojava hene. Foto ji aliyê Thomas Schmidinger ê avusturyayî ve hatine kişandin. Mebûsê Koma Sosyal Demokratan ê YE'yê Josef Weidenholzer ji bo pêşangehê mazûvanî dike. Pêşangeha ku nû vebûye heta hefteyek dê vekirî be.
Di bin wêneyan de agahî jî hatine pêşkêş kirin. Foto di sala 2013'yan de hatine kişandin. Wêneyên Ocalan jî di çalakî û kongreyan ku hatine bikaranîn di nav wêneyê giştî de hatine kişandin.



