Diyarname
Şaredariya Qoserê Festîvala Çand û Hunerê li dar xist û pankartek çêkir; Ev pankart hat qedexekirin.
4'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Qoserê di navbere 10-12'ê mehê de dê li dar biketa. Festîval bi diruşma"Zimanê me rûmeta me ye, şehîdên me hebûna me ne" li dar dikeve. Ji bo vê yekê pankarteke çêkirin û ew daliqandin. Lê Dadgeha Sulh Cezaya Qoserê bi sedema di pankartê de tîpên kurdî hene qedexe kir. Polîs hatin qada festîvalê û xwestin bi zor pankartê daxin. Li ser vê amadekarên festîvalê bi kaxizan tîpên kurdî xumandin û di dawiyê de di sedsala 21'ê de ev dîmen derket holê.


