Qamişlo
Li Qamişloyê komeke şanoyê bi navê "Koma Şanoyê ya Qamişlo" heye ku kete 7 saliya xwe. Komê ji bo salvegera damezrandina xwe roja 1'ê mehê li Qamişiloyê şahiyeke pîrozbahiyê lidarxist.
Komê heta niha 21 lîstik derxistine ser dikê ku ev yek dike salê 3 lîstin. "Keleha Kobanî", "Kevirê Mirinê", "Jiyan" hin lîstikên wan in ku derketine ser dikê.
Rêveber û damezrînerê komê Ebdulrehman Elî li ser dîroka komê sekinî û ji bo hejmara endamên wan jî got ku 40 endamên komê hene.
Piştî axaftinê lîstina "Xizmetguzarî" hat pêşkêş kirin.