Diyarname
Farqîn navçeyeke Amedê ye. Farqîn ciheke dîrokî ye. Di nav dîroka kurdan de jî, di nav wêjeya kurdan de jî xwedî cihek girîng e. Û Farqîn bajareke bi kurdî ye. Li vê Farqîna navdar, li Farqîna bi kurdî, kayûmê li cihê ketina navçeyê tabelaya bi tirkî daliqandibû. Farqîn niha carek din ket destê kurdan û ew tabela çû, tabelaya pirzimanî hat.
Hevşaredarên Farqînê Sevim Biçici û Kadri Esen ligel endamên meclisê biryara sazkirina tabelaya nû, ya bi kurdî da. Û ew tabela îro bi kurdî, tirkî û îngilîzî hate daliqandin.
Loma jî ev fotoyê ji vê tabelaya nû fotoyê me yê rojê ye.



