Diyarname
Parlemena Ewropayê (PE) biryar da ku ji bo hilbijartina 24'ê pûşperê çavdêran neşîne Tirkiyeyê. Hevserokê Koma Kordînasyona Hilbijartin û Piştgiriya Demokrasiyê yê PE'yê David Mcallister û Linda McAvan daxuyanî dan: "PE ji bo hilbijartina li Tirkiyeyê dê çavdêran neşîne, li ser pêvajoyê û encaman hilbijartinê şiroveyê neke."