Diyarname
Serdozgeriya Taybet a Amedê ji bo Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê li ser kuştina 34 sivîlên li Roboskiyê rapora MÎT'ê (Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê) şand. MÎT'ê di rapora xwe de gotiye ku "piştî ku agahiya fermî hate dayîn haya me ji bûyerê çêbû."
MÎT'ê wisa gotiye: "Haya me ji bûyerê tune bû. Çavkaniyên fermî der barê bûyerê de agahî dan me.Me tu demê qala tevgerek û ketine hundir a wê derê nekiriye. Di 28'ê Berfanbarê (qala roja çêbûna bûyerê dike) me du agahî bi kesî re parve nekiriye."
Niha careke din meseleya "kî agahî da û kî fermana bombekirina sivîlan da" meseleya nîqaşê ye. Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê roja 13'yê mehê saet 15.00'an de dê careke din li hev bicive.


