HESEKÊ
Hêzên YPG’ê baregeheke (qerepol) Asayîşa Rêjîma Baasê ya li bakurê taxa Tilhecer a bajarê Hesekê desteser kir. Hemû leşkerên baregehê tevî çekan xwe radestî hêzên YPG’ê kirin.
Nûçegihana ANHA’yê Eyşe Hiso ji bajarê Hesekê ragihand ku hêzên YPG’ê û YPJ’ê li dijî baregeheke asayîşa rêjîma Baasê ya li bakurê taxa Tilhecer a bajêr çalakiyek li dar xistine. Di encama çalakiyê de baregeha rêjîmê bi temamî hatiye desteserkirin. Her wiha hemû leşkerên ku nêzî 30 leşkeran bûn û di baregehê de bûn bi çekên xwe ve xwe radestî hêzên YPG’ê kirine.
Tê zanîn ku hêzên YPG’ê berî niha jî benda kontrolê ya Sebax a hêzên rêjîmê desteser kiribû.
Şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û rêjîma Baasê de li taxa Mesakên hê jî didome. Li aliyê din jî hêzên rêjîmê taxên Muftî, Tilhecer, Salihiyê, Mesakên ku piraniya şêniyên wê kurd in bi hawanan bombebaran dike.
ANHA