Mêrdîn
Keleha Mêrdînê ku ev 7 hezar sal in li ser piyan e ger xwedî lê neyê derketin dê têk biçe. Her wiha bi keleyê re medreseya 700 salî ku gel di binê wê de dijîn jiyana wan di talûkeyê de ye.
Gelê taxa Gul û Medreseyê ku di binê kelehê de bi cih bûne bi fikarin ku ji keleyê zinar bêne xwarê. Herî zêde Medreseya Zîncîriye ya 700 salî di bin talûkê de ye. Serokê Odeya Mîmarê ya Mêrdînê Yilmaz Altindag diyar kir ku ev çend sal e balê dikişînin ser talûkeya keleyê. Zinarekî herî biçûk dê ewil zirarê bide Medreseya Zîncîriyeyê.
Medreseya Zicîriye bi deriyê xwe yê bi heyet îro herî zêde bala tûrîstan dikişîne û gelek serdan ji bo wê pêk tên. Altindag diyar dike ku medrese ji ber ku li ciheke bilind hatiye avakirin di nav demê de wekî rasatxane jî hatiye bikaranîn. Altindag dibêje, ji bo ku keleh ji têkçûnê bê rizgarkirin divê projeya ku ji aliyê walîtî ve hatiye amadekirin di kurtedemê de bê pêkanîn.
Demek berê kevirekî ji kelehê qetiya û bi xêra Xwedê tiştek li yekî nehat.
Demek berê heyeteke j Îtalyayê hatibû tevî komeke ji Zanîngeha Mîmarî û Muhendîsî ya Zanîngeha Gazî projeyeke amade kiribû. Ji bo ku ev proje bikeve jiyanê yan divê di kurtedemê de Wezareta Çand û Tûrîzmê butçeyê ji bo wê pêşkêş bike, yan jî krediya ku bê girtin erê bike.
Projeya ku heta niha hikumeta AKP'ê erê nekiriye diyar dike ku di 6 qadan de 23 cihê xwedî talûke ne. Di projeyê de tê diyar kirin ku digel pêşîlêgirtina zirardayîna mirovan, divê dîrok jî zerarê nebîne.
Niştecihên li Taxa Medreseyê jî dibêjin ku rewşa xirabûna kelehê 20 sal berê jî hatiye tesbîtkirin lê tu tevdîr nehatiye girtin.


