logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Nûbihar bi '100 Saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî' hat
  2. Du Beden, Yek Dil di Dengê Strana Avê de: Şæmîran
  3. Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir
  4. 2025: 67 rojnamegerî hamey kiştişî
  5. Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna
news-details

Marcel Proust û Ereb Şemo

Muhtemelen piştî ku te ev serenav xwendiye, te gotiye “çi eleqeya van her du navan pev heye?” Belkî te bi xêra vê serena

  • Dîrok: 24/02/2022
  • Beş: Serbest

Umran Aran

Muhtemelen piştî ku te ev serenav xwendiye, te gotiye “çi eleqeya van her du navan pev heye?” Belkî te bi xêra vê serenavê pê li lînkê kiribe, ev nivîs vekiribe û xwe li ber xwendinê xweş kiribe. Belkî aniha ji ber vê lewçetiya min tu aciz bibî û dev ji xwendinê berdî. Tu bi kêfa xwe yî helbet, lê dîsa jî ka bisekine ecele meke… Heta niha eleqeya Proust û Şemo bi hev re çênebûbe jî, ji niha pê ve eleqeyeke wan heye, va ye ez navê her duyan di hevokekê de dinivîsim û eleqeyekê di navbera wan de çêdikim! Ez ê bi awayekî din jî eleqeyekê di navbera wan de çêbikim, lê ev yek ê bi tenê bi rêya pirsekê be, li eleqeyeke madî megere û hêviyeke mezin meke, eleqeya hemû deq û deqnivîsan di serê min û te de ye, ne li dereke din e!

Çendek berê ji bo lêkolîneke li ser romanên Firat Cewerî, min berhemên wî li ber xwe rokirin. Min dest da rû û paşrûyê wan, rûpelê wan ên pêşî tevdan, li jenerîk,  jiyanname û nivîsên paşbergan filan nêrî. Ew prosesa her timî… Te dît carinan berî ku mirov li ser kitêbekê binivîse dixwaze dest bi wê bide, wê bêhn bike û hwd. Belkî hin kes wê gez jî dikin, min bi xwe neceribandiye, lê aniha vê kêliyê ev fikra ecêb fesidî serê min. Welhasil dema ku min kitêbên Cewerî li bêjinga dest û çavên xwe dixistin, çavê min li îbareya “roman”ê ya li ser kitêba wî Li Mala Mîr ket. Tiştê ku dihat bîra min ev ne roman bû, lê ji ber ku min ê di çarçoveya xebata xwe de bi giştî jî wêneyekî romanên wî bidaya, cara ewil bala min kişand ku li ser wê kitêbê jî “roman” hatiye nivîsîn. Welhasil min nivîsa xwe ya esil da aliyekî û min ev kitêb xwend û dîsa qanih bûm ku ew ne roman e. Îcar min rabû nivîsek li ser vê yekê nivîsî. Piştî wê nivîsê jî min rabû ev nivîs nivîsî. Dibêjin nivîs nivîsê tîne. (Kesî negotibe jî va ye min got. Lê nivîsa ku bi nêta wê rabûbûm, çû û çû.) Îcar di vê çarçoveyê de hat bîra min ku Remezan Alan di sempozyûma Batmanê de behsa wê xalê dikir ku weşanxaneyan bi awayekî neminasib îbareya romanê ji bo çend berheman bi kar aniye. Alan dûre ew axaftin bi şiklê nivîsarê di jimara 14’an a kovara Zaremayê da weşandibû. Min rabû Zarema siparîş da. Bi vê wesîleyê piştî demeke dirêj destê min bi Zaremayê jî ket.

Remezan Alan di beşeke wê nivîsara xwe ya bi navê “Fantazmaya Romana Kurdî” de bal kişandiye ser wê teserufa weşanxaneyan ku îbareya romanê datînin ser hin berhemên kevin. Di vê çarçoveyê de amaje bi Şivanê Kurmanca jî kiriye û diyar kiriye tevî ku li ser çapa resen îbareya “roman”ê tuneye jî, Weşanxaneya Lîsê ew daniye ser berhemê. Ev gotina Alan bi xwe re pirsekê tîne: Gelo di çapa resen de cureyê berhemekê nehatibe diyarkirin, ne rewa ye ku kesên peyhatî wê diyar bikin? Gerard Genette di kitêba xwe Palimsests [University of Nebraska Press, 1997] de ji zû de ev pirs kiriye. Genette dipirse dibêje gelo dema ku em kitêba nivîskarekî mirî ji nû ve çap bikin, divê em xeyal bikin heger ew sax bûya, wî yê çawa çap bikira û li gor wê çap bikin yan ne? Li benda bersivekê nemîne, ew bi xwe jî bersivê nade vê yekê û bi awayekî artîstîk dibêje “paratekstualîte xezîneya pirsên bêbersiv e.”

Paraktekstualîte çi ye? Paratekstualîte yek ji pênc kategoriyên wî yên transtekstualîteyê ye ku kitêbek bi tenê ji bo wê veqetandiye: Paratexts [Cambridge University Press, 1997]. Deqên pêvekirî yên wekî navê kitêbê, îbareya cureyê wê, navê nivîskar an mexlesa wî, jiyannameya wî ya di kitêbê de, pêşgotin, paşgotin, epîgraf, nivîsa paşbergê û hwd paratekst in. Her wiha reşenivîsên nivîskarekî yên kitêbekê, name û hevpeyvînên wî yên li ser wê, guhertinên di çapên cuda yên wê de paratekst in. Paratekstualîte jî têkiliya paratesktan bi hev re û bi deqa sereke re ye. Heqet jî paratekstualîte xezîneya pirsan e. Em ji edebiyata me mînakekê bidin: Ciwanmerd Kulek di çapa duyem a romana xwe Otobêsê de serenavê beşa yekem guhertiye û beşa duyem ku di çapa yekem de bê serenav bû, bi serenav kiriye ku muhtemelen ji ber gilî û gazinên derbarê wê yekê de ku ji berhemê fam nakin, di çapa nû de ev guherîn kirine da ku meseleyê baştir îzeh bike. (Helbet ez nabêjim, bê mesele çi ye û çi baştir hatiye îzehkirin, tu meraq dikî, kerem bike bixwîne!) Gelo dema ku em Otobêsê binirxînin em ê vê guherînê têxin nav hesaban yan ne? Her wiha Yunus Eroglu jî di çapa nû de bûye Ciwanmerd Kulek. Divê mirov çawa van guherînan binirxîne? Paratekstualîte warê pirsên wereng e. Ev pirsên paratekstuel tev bila li vir bin. Em dîsa vegerin ser pirsa ku ji galegala Alan welidîbû.

Dema ku mirov li kitêba Genette dinêre pê dihise ku di saxiya qiyametek romannivîsên tirtire de îbareya “roman”ê ya serbixwe li ser berhemên wan nehatiye nivîsîn û vê îbareyê di salên 1920’î de girîngî bi xwe ve girtiye. Hetta Balzac ev term red kiriye û ji bo kitêbên xwe gotiye berhem/ xebat [oeuvre, ouvrage]. Lê belê îro li temamê cîhanê li ser romanên Balzac îbareya "roman"ê heye. Wê çaxê ku em li pratîkan binêrin, em dikarin bibêjin ku mimkûn e piştî mirina nivîskarekî teserufên wisa bên kirin, qet nebe em dikarin bibêjin va ye kirine û dikin. Lê belê ev ne tiştekî bi temamî kêfî ye, hin pîvanên wê hene. Ka em li vir dîsa li Alan guhdarî bikin.

Alan rengê gumana xwe tarîtir dike û piştî vê têbîniyê, wê pirsê jî çêdike ka gelo Şivanê Kurmanca roman e yan na. Ez ê vê yekê nîqaş nekim û danekevim nav berhemê, lê belê ez ê balê bikişînim ser aliyekî şiroveya wî: Bi min re gumanek çêdibe ku di serî de weşanxaneyan û piştre jî belkî me hemûyan bi hev re, metna Şivanê Kurmanca ber bi rewac û prestîja romanê, romana yekem ve dehf da. Piştî vê şiroveyê mirov dibêje qey roman ji ezmanan bi nasnameya xwe dadikevin. Bêyî ku ez naveroka berhemê nîqaş bikim û bidim nav meseleyê ku ew nîqaşeke din e, ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku ev tiştekî normal e. Zîra Genette jî dibêje berhem bi xwe statuya xwe diyar nake; ev yek karê xwîneran, rexnegiran û qamûyê ye. Û Genette vê yekê jî lê zêde dike ku ev kes dikarin îtirazê li etîketa li ser berhemê bikin. Li vir tiştê girîng ew e ku derbarê cureyê berhemê de argumantasyon hebe û li gor wê ev nîqaş bê kirin. Ev yek ku “me” di nav xwe de cureyê wê diyar kiriye, bi tena serê xwe ne pirsgirêk e û bi tena serê xwe cureyê wê nake cihê gumanê.[1]

Îcar em vegerin ser serenava vê nivîsarê. Genette têkildarî vê mijarê behsa berhema Li Pey Dema Winda ya Proust jî kiriye ku ew jî bêyî îbareya romanê hatiye çapkirin di wextê xwe de. Li gor Genette ev yek bi navekoka berhemê re pir lihev e. Ji ber ku statuya wê di navbera otobiyografî û romanê de ye. Û agahiya balkêş ku Genette li vir dide ew e ku Proust bi xwe hewl daye wê pirsê kifş bihêle bê ka ew otobiyorafî ye yan roman e. Em dizanin ku di Şivanê Kurmancayê jî de rehenda otobiyografîk heye. Îcar pirs ev e: Gelo Ereb Şemo jî ji ber vê yekê bi qestî cureyê berhemê nediyarkirî hişt? Ku tu rabî bidî dû bersivê û li çapên resen ên temamê berhemên wî binêrî, belkî tu bersivê bibînî; lê tu bi ya min bikî, dev ji bersivê berde û tehma xweşiya pirsê bistîne! Paratekstualîte bihuşta pirsên xweş e.



[1] Belkî eleqeya vê yekê yekser bi vê xala me ya spesîfîk re tunebe lê dîsa ka bibêjim: ev tişt jî heye ku pênaseyên cureyan bi demê jî re diguherin, Genette mînak dide ku hin berhemên di serdema navîn de wek roman hatine çapkirin, îro kes wan wek roman pênase nake.

 

 

*** 

Hin nivîsên Umran Aran ên ku berê di Diyarnameyê de derketine:

- Baş dibe! Baş dibû! Her ku diçû kurmancî şaş dibû! 

- Pirsgirêka Binavkirina “Dersên Hilbijêrkî” 

- Umberto Eco û Remezan Alan yan jî çima Saturn bi ser neket?

- Stratejiyên Cihguhertinê û Hevokên Kompleks di Kurmancî de

- Partîsîp û Raweyên Neragihandinî di Kurmancî de

-

 

 

***

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com         

 

Parve Bike

Youtube Me

Pêşniyara temaşekirina fîlman

news

Ey Reqîb divê li ku derê neyê xwendin?

news

diyarname podcast Serketiyên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt diyar bûn Dîrok: 06/12/2025

news

Roja Axê ya Dinyayê

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 09 12 2025

Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna

news
  • 08 12 2025

Du Beden, Yek Dil di Dengê Strana Avê de: Şæmîran

news
  • 05 12 2025

2025: 10 welatên herî aram

news
  • 04 12 2025

2025: Peyvên herî zêde lê geriyane

news
  • 28 11 2025

Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve

news
  • 25 11 2025

Pelên Şil

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
Ev jî hene
ad

Seher Dilovan berê xwe da kurdî

ad

Li Kobanî Nexweşxaneya Alman bi beşdariya Dr. Xelîl Ebdî hate vekirin

ad

HOZAN ŞEMDÎN Û LÊ AMEDÊ

ad

Heta hilbijartinê roj bi roj bernameya Demîrtaş

ad

Berendamê DTP'ê Hasip Kaplan e

ad

Li Kûpa Amerîkayê Arjantîn gihîşt miraza xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nûbihar bi '100 Saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî' hat

  • 08 12 2025
news

Du Beden, Yek Dil di Dengê Strana Avê de: Şæmîran

  • 08 12 2025
news

Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir

  • 08 12 2025
news

2025: 67 rojnamegerî hamey kiştişî

  • 09 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname