Diyarname
BDP ku civîna yekemîn a koma wê îro li Amedê li dar dixe, rêveberiya xwe ragihand meclisê.
BDP'ê di vê ragihandinê de mebûsê Culemêrgê Selahattin Demirtaş wekî Serokê Komê, mebûsa Îdirê Pervin Buldan û mebûsê Şirnexê Hasip Kaplan jî wekî Wekîlê Serokê Komê diyar kirin.
BDP'ê çend roj berê ji bo avakirina komê serî li meclisê dabû û kom ava kiribû. Di nav kesên bûn endamê BDP'ê û di nav komê de cih girtin de Ahmet Turk, Aysel Tugluk û Kemal Aktaş ji ber ku qedexeya wan a siyasetê hebû nebûn berendamên BDP'ê. Ji mebûsên Blokê Şerafettin Elçi ji ber serokê KADEP'ê, Levent Tuzel jî ji ber serokê EMEP'ê ye nebû endamê BDP'ê. Lê ev kes ne endam bin jî dê bi komê re tevbigerin.


