BRUKSEL
Li Parlamentoya Ewropayê (PE) meha pêşiya me 11'emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî li dar dikeve. Di konferansê de kaosa li Rojhilata Navîn, pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê û têkiliyên Tirkiye-YE dê bêne nîqaşkirin.
Di nav amadekarên konferansa ku wê di 10-11'ê berfanbarê de bê lidarxistin xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Desmond Tutu, xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî, berdevkê Weqfa Parastina Hawîrê û Qasidê Başiyê yê Konseya Ewropa Bîanca Jagger, Parlementera berê ya DEP’ê û xwediyê Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov Leyla Zana, Prof. nivîskar Noam Chomsky û nivîskar Yaşar Kemal hene.
Konferans îsal bi sernavê “Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" li dar dikeve.
Wê di konferansê de pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê û rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi berfirehî bê nîqaşkirin.
Di roja 2'yan a konferansê de jî wê peyrana li Iraqê, terora DAIŞ û rewşa herêma Kurdistanê bê nirxandin û her wiha li ser alternatifên ji bo qeyrana li Rojhilata Navîn jî dê bê sekinîn.
Tevkariya DYA ya ji pêvajoyê dê çawa be jî yek ji nîqaşên konferansê ye.
Di vê çarçavoyê de têkiliyên Tirkiye-YE, pirsgirêka kurd, qetilkirina sê siyasetmedarên kurd li Parîsê jî wê bê nirxandin.
Bi vê ve girêdayî di çareserkirina qeyranan de perspektîfa jinan jî wê yek ji sernavên konferansê be.
Li gor bernameyê li bendê ne ku ev kes beşdar bibin û biaxivin:
Zi Başûrê Afrîka Desmond Tutu û Essa Moosa, Midûrê Weqfa Berghof Joachim Giesmann ê li Flmanyayê di mijara şer û pevçûnan de lêkolînên wî yên girîng hene. Parlamentera Ewropa ya ji koma Sosyal Demokrat a Portekîz^d Ana Gomes, ji Hollandayê Parêzer Marîeke van EIK, Sekreterê Giştî yê EUTCC Michael Gunter, ji Navenda Moshe Dayan a Zanîngeha Tel Aviv Ofra Bengio,
Rojnamegerê hollandî Frederike Geerdink, parlementerê ji Koma Keskan û Tifaqa Azad a Ewropa Bodil Ceballos, ji Koma Keskan a Bakur-Çepa Yekgirtî ya Ewropa Jurgen Klutte, ji Saziya Think-Tank a alman SWP, Gunder Seufert, parêzerê her sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin Antoine Comte,
Endamê American Enterprise Institute yê ji DYA, Michael Rubin, ji koma Keskan a Bakur-Çepa Yekgirtî ya Ewropa Francis Wurtz.
Her wiha Hevserokê Giştî ya HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Parlamentera HDP’ê û endama Heyeta Îmralî Pervîn Buldan, Cîgirê Hevserokê HDP’ê Nazmî Gûr, nûnera Tevgera Jinan Gonûl Kaya, Serokê Saziya Kurd a KURD-AKAD'ê Dersîm Dagdevîren, ji Zanîngeha Enqereyê Prof. Arzu Yilmaz, ji Zanîngeha Bogazîçî Ebbas Welî, ji Zanîngeha Enqereyê Bahar Şîmşek, karsaz Osman Kavala. Dîsa ji rojnamegeran jî rojnameger Asli Aydintaşbaş, Şîrîn Payzin û Hûseyîn Yayman dê beşdar bibin.