Dermansazan di çarçoveya Kampanyaya Destê Xwişk û Bira yê Alîkariyê ku bi rêya pereyên ji SMS’yan tên komkirin derman tên kirîn, şandin Rojava.
Di çarçoveya Kampanyaya Destê Alîkariyê yê Xwişk û Bira ku berî niha bi 6 mehan ji aliyê Odeya Dermansazên Mêrdîn-Şirnexê hat destpêkirin, ji bo pêwîstiyên Kobaniyan ên dermanan werin bicihanîn bi 57 hezar lîreyî derman hatin kirîn. Di çarçoveya kampanyayê de bi pereyên ku bi rêya SMS’yan hatin komkirin alîkariya dermanan a yekemîn hat kirin. Dermanên hatin kirîn li wesayîtan hatin bicihkirin, Serokê Odeya Dermansazan a Mêrdînê Cengîz Bîngol û dermansazên dilxwaz anîn Pirsûsê û radestî Deriyê Sînor ê Murşîtpinar hatin kirin.
Di çarçoveya heman kampanyayê de berî niha jî bi 600 hezar lîreyî alîkariya dermana hatibû kirin.
Dermansazan ji bo pêdiviyên dermanan, xwestin welatî bi rêya SMS’ê “derman” binivisînin û bişînin numareya 4384 a SMS’ê.


