Diyarname
Li Serêkaniyê aliyê rojavaya Kurdistanê di navbera PYD û hêzên çekdar ên muxalif de pevçûn derket û ev pevçûn didomin. PYD'ê eşkere kir ku wan ji roja duşemê ve heta niha herî hindik 54 kes ji wan kuştine.
Peçûna li Serêkaniyê bandorê li Serêkaniyê ya Rihayê jî dike û gelek caran guleyên ji wir tên, li Serêkaniyê jî dikevin. Ji bo rewşê li cihê wê bibîne û li ser lêkolînê bike dê heyetek ji BDP'ê roja 24'ê mehê here Serêkaniyê. Li gor daxuyaniya ku ji BDP'ê hate şandin di nav heyetê de dê mebûsên BDP'ê Nazmi Gur, Altan Tan û İbrahim Binici hebin.