Amed
Mebûsê berê yê DEP'ê Hatip Dicle di Panela Modela Çareseriya Pirsgirêka Kurd de axivî û got: "Çareserî, Projeya Xweseriya Demkoratîk e. Li gorî projeyê Tirkiye divê wekî 20-25 herêman bê sazkirin. Gel dikare bi riya referandumê bê cem hev. Bi vî awayî em dikarin bihgeha Kurdistanek xweser derxin holê. Kurd ji bo nîqaşkirina hemû modelan amade ne. Aliyê îradeya çareseriyê tune dewlet e."
Panel di çarçoveya 9'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê de li Şanogeha Bajarê Mezin a Amedê li dar ket
Panela ku moderatoriya wê Ayhan Bîlge kir, rojnameger û nivîskar Oral Çalişlar, mebûsê ODP'ê Ufuk Uras, mebûsê DEP'ê yê berê Hatîp Dîcle û Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna wekî axifger beşdar bûn.
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Alî Şîmşek, mebûsên DTP'ê Selahattîn Demîrtaş, Bengî Yildiz, Hasîp Kaplan, Endamê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Seydî Firat, nivîskar Ragip Zarakolu û gelek rewşenbîr û nivîskar wekî guhdar beşdarî panelê bûn.
Vane axaftinên ji panelê:
- Ji sekreteryaya Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Ayhan Bîlgen:
Gelo divê pêşiyê biryardariya çareseriya pirsgirêka kurd bê afirandin piştre modela çareseriyê yan divê modela çareseriyê bê afirandin piştre biryara çareseriyê?
- Nivîskar û rojnameger Oral Çilişlar:
Tirkiyeyê di salên 1965'an de pirsgirêka kurd naskiriye lê di sala 84'an de em di pirsgirêka kurd re ketin merhaleyek din. Di warê pirsgirêka kurd de piştî ev qas salan di gotinan de guherîn çêbûne lê di partîkê de tiştek neguheriye. Dema em li operasyonên li hemberî KESK û DTP'ê dinêrin, kuştina 22 PKK'yiyan û 6 leşkeran em dibînin guherîn tune ye. Ev yek jî nîşan dide ku Tirkiye hê neketiye riya çareseriya pirsgirêka kurd. Ji bo DTP'ê dibêjin 'siyaseta nasnameyê dike'. Di dema nasnameya kurd nayê nasîn de riya herî baş ew e partiyek siyasî xwedî lê derkeve. Xwedî lê derketine DTP'ê ya nasnameya kurd di cih de ye. Ez bawerim bi vê xwedî lêderketinê DTP dê bibe alîkarê çareseriyê. Lazim e nasnameya kurd bê nasîn. Lazim e kurd têkoşîna nasandina nasnameya xwe bidomînin.
- Mebûsê ODP'ê Ufus Uras:
Ji bo pirsgirêka kurd lazim e heta 1'ê rezberê nexşeya rê bê derxistin. Siyaseta kevneşopî ya der barê pirsgirêka kurd de îflas kiriye. Ji bo çareseriya pirsgirêkê lazim e projeyek bê afirandin.
- Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna:
Em bi gotinên Serokomar hêvîdar dibin lê çareserî nayê. Li derve dibêjin kurd 'ne kêmare ne'. Em jî wisa dibêjin. Wê çaxê kurd çi ne? Bersiva vê pirsê nikarin bidin. Lê em bersiva vê pirsê didin. Em hêmanek eslî ya vî welatî ne. Lê Serokwezîr yek ziman yek netew, yek al dibêje. Bi van gotinan jî hebûna kurdan înkar dike. Em projeya xweseriya demokratîk pêşkêş dikin. Derbarê me de fezlekeyan amade dikin. Em ji xwe Makezgona leşkeran a 82'yê qebûl nakin. Helbet emê derkevin derveyî vê Makezgonê. Ev makezgon mafan naparêze.
- Mebûsê berê yê DEP'ê Hatip Dicle:
Tirk û kurd bi hezaran salan e bi hev re dijîn. Lazim e dawî li polîtîkaya tasfiye û înkarê bê. Di dîrokê de lazim e kurd cara sêyemîn li hev bên. Ji bo çareseriyê divê Tirkiye li gorî Projeya Xweseriya Demkoratîk wekî 20-25 herêman bê sazûmankirin. Ev ji bo tevahiya Tirkiyeyê ne tenê ji bo Kurdistanê. Ev di çarçoveya şêwaza ûnîter de ye. Maliye, Parastin û Karên Hundirîn girêdayî Enqereyê ne. Ji bilî wê xebatên binesazî, perwerdehî, çandî û tenduristiyê divê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin. Ev rêvebirina di cih de ye. Herêm dikarin di navbera xwe de bi referandûmekê bibin yek. Bi vê yekê em dikarin bingeha Kurdistanek demokratîk a xweser derxin holê. Em dizanin pirsgirêka kurd dê di nav demê de çareser bibe. Di hemû riyan de kurd ji nîqaşê re amade ne. Lê aliyê îradeya çareseriyê nîşan nade dewlet e.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


