Diyarname
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ku li Stenbolê hatiye avakirin niha nasandina wê ya li Amedê dê li dar bikeve.
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî di 7'ê rêbendana 2012'yan de bi awayekî fermî pêk hat. Rêveberiya Weqfê paşê ji bo nasandinê pêşî li Stockholmê, dûre jî roja 18'ê vê mehê li Stenbolê civîna nasandinê li dar xist. Weqf niha li Amedê dê civîneke li dar bixe û weqfê û xebatên ku dê weqf bike bi mêvanan bide nasîn. Civîna nasandina Weqfê dê li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, roja 26'ê vê mehê, saet 13.00-16.00'an de li Amedê li dar bikeve.
Foto: Cemil Oguz


