Diyarname
Li gor agahiyên nû derhênerê spanyolî Pedro Almodovar dê îsal Serokatiya Juriya Festîvala Fîlman a Cannesê bike.
Komîtiya Festîvalê ew wekî derhêner û nivîskarê senaryoyê yê Spanyayê yê herî navdar binav kir, diyar kir ku ew bi fîlmên xwe yên medorramatîk tê nasîn û diyar kir ku di 70'emîn festîvalê de ew dê serokatiya juriyê bike.
Di daxuyaniya komîteyê de gotinên Almodovar ên wekî "ez dikarim vê bibêjim, ezê fikir, beden û rihê xwe bidin vê peywirê, ev yek ji bo min dê zewqek, hem cihêbûnek be" hatin pêÅŸkêÅŸ kirin.
Festîvala Fîlman a Cannesê îsal di navbera 17-28'ê gulanê de li dar dikeve. Endamên din ên juriyê dê di meha avrêlê de bêne eÅŸkerekirin.
Almodovar di sala 1978'an de bi fîlmê xwe "Salome" dest bi kiÅŸandina fîlman kiribû. Wî heta niha gelek fîlm kiÅŸandine, bi "Veger" li Festivala Cannesê Xelata Senaryoya Herî Serketî (2006), bi "Hable con ella" (Ligel wê biaxive) Xelata Senoryaya Herî Serketî ya Akademî (2002), bi "Todo sobre mi madre" (Der barê diya min de her tiÅŸt) Xelata Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî ya Akademî (1999) girtibû.