CÎHAN ROJ
Demekê min, ‘ Facebook’ bikaranî. Ev demeke ez bi kar naynim. Ez ê bikarneynim jî! Min hesabê xwe rawestandiye.
Îro ji bo nivîseke xwe ketim motora lêgerînê. Di navnîşanekê de haydar bûm kesekî kurd, di qada Facebookê de navê ‘Cihan Roj” bi kar anî ye. (13.11.2011) Di wê qadê de bi kesin din re ketiye nav gengêşiyan, bi şêweyeke kirêt, bi çêr û dijûnan heqaret li hev kirine, bi zimanê tirkî. Ji hevoka kesê ku navê Cihan Roj bikaraniye xuya ye ku ew kurd e!
Baş e, ez ji wî kurdî dipirsim;
1.Wekî însanekî ew şêwe ne şêwe ye; lê ku tu bi kar bînî jî ew tercîha te ye.
2. Helbet ku tu di facebookê de wî bernavî bi kar tînî û xuya ye te hay ji siyaset û polemîkan jî heye, tu ji bo çi hinekî bi hesasî tevnagerî? Şerm e, ku kesekî bi tesadifî pêrgî wan gotinên we were, bi wî navî, îhtîmal e ku wekî nivîskarekî min jî bi bîr bîne!
Vêga hêviyek me ji kesên wanî heye; navê hunermendên xwe, nivîskarên xwe bi wî awayî bi kar neynin, şerm e!