Diyarname
Malpera Zimanperwer roja 31'ê gulanê rastî êrîşên hackerên faşît hat.
Hackerên nijadperesten êrîşê malpera Gruba Kurmancî "Zimanperwer" kirin û di malperê de diruşmen nijadperest nivîsandin.
Malpera Zimanperwer ev duyemîn car e rastî êrîşa nijadperestan tê. Edîtorê malperê Edîb Polat got: "Em têdigihîjin ku ev yek riya me ya rast, xebatên me yên di cih de, xizmeta me ya ji gelê kurd re dide nîşandan. Em wekî Koma Kurmancî û edîtoriya malpera Zimanperwer dibêjin ku, êrîşên bi vî rengî dê tu carî baweriya me qut nekin, kêm nekin û me ji xebat û xizmeta vî gelî nedin paş."
Malper di demek pêş de dê dîsa dest bi weşana xwe bike.