logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Serokê PSK'ê Bayral Bozyel û gelek kes hatin binçavkirin
  2. Kayyûm şandin ser Sozcu TV
  3. 2027, Berendamê Grammy, Raye bi 11 berendaman li pêş e
  4. Tîma Tirkiyeyê ji Lîga A ket lîgek jêrtir
  5. Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî
news-details

Alaton: Divê em ji kurdan bipirsin dixwazin veqetin yan na?

Karsaz İshak Alaton ku di sala 1927'an de li Stenbolê hat dinê îro wefat kir. Alatom bi gotinên li ser kurdan bal kişand

  • Dîrok: 11/09/2016
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Karsaz İshak Alaton ku di sala 1927'an de li Stenbolê hat dinê îro wefat kir. Alatom bi gotinên li ser kurdan bal kişandibû.

Alatom ku di salên 90'î de di rêveberiya TUSÎAD'ê de jî cih girtibû di sala 2011'an de li Zanîngeha Bîlgî beşdarî konferasa "Sazkirina Aştiyê" bû û axivî. Di konferansa ku Leyla Zana jî wekî axifger lê amade bû de wisa gotibû: "Berê peyva Kurdistan nedihat bikaranîn, îro divê lêkolîn bê kirin, divê referandûm bê kirin ku kurd dixwazin veqetin yan na. Welatên wekî Kanada, Skoçya û Îngilistanê serî li vê rêyê dane. Bi lêkolînek wisa hem kurd, hem em tirk emê bibînin ku kurd dixwazin veqetin an na. Ev yek dê li hemberî yên şîdetê bikartînin me xurtir bikin. Welatên ev yek kirine di nav hizûrê de dijîn. Mînak herêma Quebec a li Kanadayê kesên dixwazin cuda bibin gelek kêm in."

Alaton li ser Ocalan û hilbijartinê jî wisa gotibû, "Divê benda hilbijartinê bê daxistin û tenê dengek mirovên li herêmê jî ziyan nebe li meclisê bê temsîlkirin. Bi lihevkirineke neteweyî divê rewşa Ocalan bê zelalkirin. Ger bi dilê kurdan be dikare ji bo Ocalan girtîgeha malê jî bê sazkirin. Meclisê divê gel ji bo vî fikrî amade bike."

Karsaz Alaton li ser meseleya çekdarî jî wisa gotibû, "Bi awayekî eşkere bibêjim bi çek pirsgirêka kurd heta îro hatiye. Ez vê dizanim. Lê ji niha û pêde zêdetir nikare bi dest bixe. Şert e ku dest ji çekan berdin. Her ku şîdet bidome tiştên bi dest xistine jî dê winda bikin."

Alatonê li ser demokrasiya Tirkiyeyê jî di jiyana xwe de gelek tişt digot, heta pola 8'an li dibistana Şişli Terakki û li Saint Michel xwendiye. Alaton ji bo li malbata xwe binêre di şîrketa Mehmet Kavala de karên birin û anînê kir û bi rêya şîrketa ku Volvo îthal kiriye danasîna wî ligel Konsolosê Swêdê çêbû. Bi vê siûdê wî vebû û li Swêdê di fabrîkeyeke lokomotîfê de dest bi karê qeynaxkirinê kir.

Van salan, Swêdê, rewşa demokrasiya sosyal a vê derê bandor li Alaton kir. Wî Swêda ku hurmetê nîşanî mafên mirovan dide, hevkêşeya dahatuya mirovan saz dike, Swêda ku di nav welatên dinyayê de yek ji welatên baş e baş nas kir û bû heyranê vî welatî. Di salên pêşiya wî de ev yek dê bandorê li jiyana wî bikira.

Ew di 28 saliya xwe de vegeriya Tirkiyeyê û ligel Uzeyîr Garih li Kolana Bankeyan a Beyogluya Stenbolê li Xana Vefai di odeyek de kargehek (sal 1954) vekir. Bi vî awayî bingeha Alarko Holding hat avêtin. Di sala 2000'î de Alarko Holding ku 46 saliya xwe pîroz kir xwedî 6 hezar karkeran bû.

Alaton yek ji avakarên Weqfa Etudên Aborî û Civakî ya Tirkiyeyê (TESEV) û Weqfa Civaka Vekirî ye. Wî di navbera salên 1998-2012'yan de Serbalyozgeriya Fexrî ya Stenbolê ya Afrîkaya Başûr kir. Alaton ji Swêdê "Nîşana Stêrka Bakur a Pola Yekemîn" û ji Spanyayê "Nîşana Lîyakatê ya Sivîl a Qraliyetê" girt.

Îshak Alaton Serokê Lijneya Rêveber a Civaka Şîrketên Alatom bû, di 15'ê gulana 2016'an de ev kar dewrê Îzzet Garih kir. Alaton bav û şirîkê Leyla Alaton û Vedat Alaton bû.


Parve Bike

Youtube Me

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news

Mirina Stalîn

news

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 18 11 2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkî de girt

news
  • 18 11 2026

2026: Ferhenga Cambridge peyva salê hilbijart

news
  • 18 11 2026

Niştox Cemal Pîranij merd

news
  • 17 11 2026

Serokê PSK'ê Bayral Bozyel û gelek kes hatin binçavkirin

news
  • 16 11 2026

Hozan Kilamedîn mir, 'Keçika Nisêbînê' sêwî ma!

news
  • 16 11 2026

Xwendekarên Zanîngeha Rojava dijî heyetê çalakî li dar xistin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Twitter: Şîfrey xo bibedelnê

ad

Agir berdan avahiya BDP'ê

ad

Fîlmê "The Power of the Dog" di BAFTA'yê de jî bi ser ket

ad

Balafirgehên herêmê 2 mehên din girtî ne

ad

Çarenûsa nirxê kurdînûsiyê ne di dest siyasetê de ye

ad

Nûçe TV û MMC TV têne girtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Serokê PSK'ê Bayral Bozyel û gelek kes hatin binçavkirin

  • 17 11 2026
news

Kayyûm şandin ser Sozcu TV

  • 17 11 2026
news

2027, Berendamê Grammy, Raye bi 11 berendaman li pêş e

  • 17 11 2026
news

Tîma Tirkiyeyê ji Lîga A ket lîgek jêrtir

  • 17 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname