Îzmîr
7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê salek ceza da endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Nizamettin Ozturk ku bi kurdî parastina xwe kiribû.
Nizamettin Ozturk ji ber doza Akademiya Siyasetê ya BDP ku navê Doza KCK'ê lê kirine li Girtîgeha Kiriklar girtiye. Ozturk di sala 2009'an de beşdarî merasima şînekê bû û li wê derê bi kurdî axivî. Dozgeriyê bi sedema "Li hemberî Zagona Partiyên Siyasî Muxalefet kiriye" doz lê vekir. Di danişîna ku li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê li dar ket de Ozturk bi kurdî parastina xwe kir. Dadgehê ji ber "Li hemberî Zagona Partiyên Siyasî Muxalefet"ê salek cezayê hepsê lê birî. Di vê zagonê de sînora herî hindik a cezayê 6 meh e lê dadgeh ji salekê ceza birî.
Di heman dozê de Oktay Konyar beraet kir.


