Diyarname
Vê êvarê dîsa bi fuzeyan êrîşê bajarê Hewlêrê kirin, 6 fuze li navçeya Xebatê ketin.
Li gor agahiyên Beşa Dij-Terorê fuze li navçeya Xebatê ketine, tiştek bi kesî nehatiye lê hin zirarên madî çêbûne.
Li gor nûçeya Rojnewsê ji fuzeyan yek li Kompaniya Kar ketiye û şewat derketiye. Nûçe radigihîne ku di kompaniya Kar ku aîdê Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî ye de hin zirar çêbûye.
Roja 6’ê avrêla 2022’yan de 3 fuze avêtibûn Hewlêrê, wê çaxê Îranê girtibû ser xwe ku wan ev fuze avêtine. Ji bo îro hê kesî ev êrîş negirtiye ser xwe.


