Mazhar Gunbat
Li ser têkiliya Şivan û AKP’ê di rojên dawî de pir tişt hatin gotin û nivîsandin. Hin kes bi vê hevkariyê şoke bûn, lê piraniya kurdan, bi taybetî jî kesên ku Şivan hinek nas dikin, bi vê bûyerê zêde şaş nebûn… Ya rastî ev ji bo min jî nebû surprîzeke mezin û jixwe ev demek bû îşaretên vê hevkariyê jî hebûn.
Ev aliyê siyasî (perewerî) yê tercîha Şivan e, lê tiştê bêhtir ez dixwazim bikim mijar, kesayetiya wî ya hunerî ye.
…
Wekî piraniya kurdan min jî ji mêj ve Şivan bi hunera ku pêşkêş dikir, dişopand. Ya rastî di çend salên dawî de pir zehmet bû mirov ew wekî hunermend bidîta. Muzîka ku van salên dawî wî çê(ne)dikir, têkiliyên wî yên bi hin derdoran re, û gotin û daxuyaniyên ku didan, delîlên xurt jihevketina giyana wî ya hunerî bûn.
…
Divê ez li vir bibêjim ku ev nêrîn ne ji ber ku Şivan bi AKP’ê re ket nav danûstandinan, bi min re peyde bûn. Bi hevokên din be jî min ev nêrîn berê di çend weşanan de nivîsandibûn û li vir jî madem dilê min heye li ser hunermendiya wî binivîsim, dixwazim bi çend guhertinên teknîk, hin beşên nivîsa berî 6 salan dubare bikim:
Ş. PERWER, LOTIKHEZ, EM Û FERZÊ
Dengên taybet bi her kesî xweş tên û pir kêm in. Bê dudilî mirov dikare ji bo Ş. Perwer bibêje dengtaybet. Hunermendên dengtaybet, çiqas astengî hebin li pêşiya wan, dengê wan astengiyan nas nake. Li Kurdistanê tu hunermend bi qasî Şivan zû deng veneda. Yên li dijî dîtinên wî bûn jî, bi dengê wî re bûn. Û bi awayekî, pêlên dengên wî, 20 salan li seranserî welatê parçekirî bûn senfoniyeke neteweyî û awazeke sînornenas...
…
Roj hat, der barê hunera wî de bi hin kesan re guman peyde bûn. Ne ji dengê wî, ji hunermendiya wî gazinc dikirin. Digotin, li ser sehnê fuzûlî dipeyive.
Hinan digot, zêde siyasetê dike. Hinên din ji helwestên wî, ji derdora wî ne razî bûn... Ji ber tesîra van gazincan, tevî ku min pir dixwest, min nediwêrî biçim konserên wî; ditirsiyam kêm bibe ew kêfa min a li ber wî dengî.
…
Berî demekê, di radyoyeke ewropî de me li sohbeteke Şivan guhdarî dikir. Mijar huner bû, lê wî her û her gotin dibir ser siyasetê. Di hevpeyvînên çend weşanên din de jî Şivan ji hunermendekî bêhtir wekî lîderên siyasî dipeyivî. Wekî gelek guhdarên Şivan, ez jî bi vê helwesta wî diêşiyam; me dixwest wî weke hunermend bibînin; ne siyasetmedar. Tevî vê yekê em mecbûr bûn rêzê bigirin ji tercîhên wî yên ramanî û siyasî re jî (Helbet hingî tercîheke mîna hevkariya bi AKP’ê re ne mijara gotinê bû). Lê belê derdê min cuda bû. Ez ê çawa biçûma konserên Şivan? Sohbetên wî yên çapemeniyê tirsa min a heyî zêdetir dikir...
***
Dû re çend meh û salên din jî derbas bûn û rojekê min tirsa xwe şikand; çûm konsereke wî. Dengê Şivan dîsa ew ê taybet bû. Tevî vê yekê tiştek kêm bû, an jî zêde bû!?. Wî stranên xwe pêşî bi ingilîziyeke xirab şîrove dikirin! Kesên li konserê jî, wekî ku ne ji bo guhdarîkirinê lê ji bo lotikan hatibin, li ber stranên herî xembar jî radibûn lotikan... Hingê qehremanekî pirtûkeke Paulo Coelho hat bîra min... “Di bêhnvedana lîstikeke şanoyekê de piyanîstek lê dixe û distrê, lê tu kes bala xwe nadê. Piyanîst bêzar dibe; neçar e bidomîne taa dawiya bêhnvedanê. Jinek nêzî wî dibe û di guhê wî de vê pêşniyarê lê dike: ‘Ne ji bo kesên din; ji bo xwe bistrê.’ Piyanîst, pêşî şerm dike, dû re çavên xwe digire û tiliyên wî diçin ser notayên besteyeke ku ew bi xwe jê hez dike, û ji xwe re distrê. Dema diqedîne, her kes li dora wî kom bûye û bi dilşadî jê re li çepikan dixe.”
***
Berî konser biqede vegeriyam malê û min CD’iya ku strana Ferzê tê de ye danî ser, û li ber mest bûm. Di CD’iyê de Ş. Perwer ji dil û ji xwe re distirê. Dû re serxweş bûm, hem ji kêfa, hem ji qehra.
***
Lê îro êdî, piştî hevkariya wî ya bi AKP’ê re, Şivan êdî wê bi straneke xwe ya din were bîra me: Lo te çi kir te çi kir, te xwelî…
Belê, dema hunermendek êdî bi dengê dilê xwe nestrê, an divê dev ji hunerê berde an jî ew ê ji bo dengê dilên ucûbe xweş bike, lê ev dil dema yê AKP’ê be, sefaleta hunermend jî ji wir û şûn ve dest pê dike…
***
Nivîsên eleqedar:
- Nîjad Yaruk: Şivan Perwer çi dixwaze?
- Medenî Ferhon: Bed-ayînî Şivan Perwer î dewşirme