16 tîm beşdarî Şampiyona Ewropayê dibin. Fînala şampiyonayê dê 29'ê mehê li dar bikeve. Vane agahiyên li ser Şampiyonaya Ewropayê:
- Maçên Şampiyoniya Ewropayê (EURO 2008) 7'ê mehê dest pê kirin û heta 29'ê mehê dê bidomin.
- 16 tîmên welatên Ewropayê di vê turnuvayê de nav 4 koman de (Koma A, Koma B, Koma C, Koma D) cih digirin. Di her komê de 4 tîm hene. Her tîm dê bi tîmên di nav koma xwe re sê maçan bilîze. Di encamê van sê maçan de ji her komê du tîm dê bi ser bikeve, 2 tîmên din jî dê ji tûrnûvayê veqetin.
- Tîmên Koma A: Tirkiye, Portekîz, Koma Çek, Swîsre
- Tîmên Koma B: Almanya, Avusturya, Hirvatistan, Polonya
- Tîmên Koma C: Fransa, Îtalya, Hollanda, Romanya
- Tîmên Koma D: Spanya, Swêd, Yewnanistan, Rusya
- Di encama lîstina bi hev re ya van tîman de 8 tîmên ku bi ser ketin ji wan dê du komên nû bêne sazkirin. Di nav van du komên nû de tîm dê bi hev re bilîzin. Ji van her du koman jî dê 4 tîm derên û ev çar tîm dê çarîk fînalê de bi hev re bilîzin.
- Maçên çarîk fînalê dê 19 û 20'ê mehê bêne lîstin. Tîma yekemîn a koma A dê bi tîma duyem a koma B re, tîma yekemîn a koma B dê bi tîma duyem a koma A re di çarîk fînalê de bi hev re bilîzin. Her wiha yekemînê koma C dê bi duyemînê koma D re, yekemînê koma D jî dê bi duyemînê koma C re di vê çarîk fînalê de bilîzin.
- Çar tîm dê derkevin nîv fînalê. Maçên nîv fînalê dê 25 û 26'ê mehê bêne lîstin.
- Û fînal jî dê 29'ê mehê li Viyana li Stada Erns Happel bê lîstin.
- Îsal Swêd û Avusturya bi hev re şampiyonayê saz dikin.


