Diyarname
Bienale, yek ji mezintirîn û kevintirîn festîvalên navneteweyî yê cîhanê ye ku sala 1895’an dest pê kiribû û her ji du salan carekê li bajarê Îtalyayê yê dîrokî û turistîk Venezia an jî Venedikê li dar dikeve. Îsal jî yekemîn car bû ku kurd, di vê festîvala ku beşdarên wê miletên xwedî dewlet in, dibin xwedî cihekî taybet û bi navê “Planet K” ango Planeta Kurdistanê cihekî taybet ji wan re hate veqetandin.
Di çarçoveya çalakiyên “Planeta Kurdistanê” de mijarên “ziman, nasname û sînor” hebûn. Ji bo axaftina li ser van mijaran nivîskarên miletên ku bindestî, şer û dagîrkerî dîtine hatibûn vexwendin. Ji nivîskarên kurd jî nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv û Dilawer Zeraq beşdarî van axaftinan bûn.
Panel roja şemiyê, 26. 09. 2009’an de li dar ket û sibê ji bo axaftinên nivîskarên kurd hatibû veqetandin.
Roj ji du rûniştinan pêk hat. Rûniştina danê sibehê, 10: 30 dest pê kir û ji bo axaftinên li ser wêjeya kurdî hatibû veqetandin. Dilawer Zeraq li ser dîroka wêjeya kurdî û pêvajoya pêşketina vê wêjeyê di van salên dawiyê de rawestiya. Helîm Yûsiv jî li ser çend rawestgehên girîng di dîroka romana kurdî de axivî û qonax bi qonax nirxandinên xwe yên di der barê romana kurdî de gotin. Axaftinên kurdî ji hêla Mehmet Yuksel ve li îtalî dihatin wergerandin.
Axaftinên êvarê yên nivîskarên baskî, meksîkî, îtalî, îrlandî û kurd bû.
Civînê bi axavtina Helîm Yûsiv ya bi sernavê “Zarokek, dîrokek û du ziman” dest pê kir. Di nivîsê de bi giranî behsa bandora welat û nasnameya parçekirî li ser giyanê zarokekî kurd bû.
Li pey vê axaftinê nivîskarê îtalî Enrico Palandri bal kişand ser pêdiviya mirovan bi pirzimaniyê û girîngiya xwedîderketina li zimanên cuda. Di axaftina xwe de got ku dibe çîrokên wan neşibin yên kurdan, lê ew jî ji hêla xwe de li dijî rêlibergirtina azadiya mirovan û ji bo pejirandina mafên wan yên bingehîn herdem di tevgerê de ne.
Danny Morrison ku ji Îrlandayê hatibû, bi xwendina gotareke dirêj, bal kişand ser dîroka gelê îrlandayê û dijwariya pejirandina mafê miletê îrlandî, ku tev li serkeftina hewldanên çareseriyê, dîsa jî çîroka wanî bi tekoşîna dijî zilm û zorê re berdewam e.
Nivîskarê îtalî Roberto Ferrucci, ji hêla xwe de li ser pirsgirêkên nasname û sînor yên girêdayî îtalyayê axivî.
Nivîskarê meksîkî Herman Bellinghausen, ku ew bi xwe derhêner e jî, şeva berî axaftinê filmekî dekomenter li ser çîrokeke evînê ya gerîlayekî meksîkî yê rêxistina Zapatistayê dabû nîşandan û di axaftina xwe de jî li ser rewşa şer û aştiyê ya li Meksîkê axivî.
Ji welatê baskê jî Serokê Rêxistina Yekîtiya Nivîskarên Baskî Fito Rodrigues amade bû. Axaftineke hestiyar li ser hewldanên masiyê mezin, an dewleta miletê xwedî hejmareke mezin, ku herdem dixwaze masiyê biçûk, an miletê hejmara wî kêmtire, daqurtîne û wî bê ziman û çand bike û wî bixwe.
Rûniştin bi axaftina nivîskarê kurd Dilawer Zeraq ya li ser qedexekirina ziman û jiyanê qediya.
Di axaftinên nivîskarên beşdar de xuyabû ku ne tenê dewletên dagirker û zalim di kuştina çanda miletên cuda de mîna hev in, belê ji wan bêhtir berxwedan û metodên xwedîderketina li jiyanê jî, ji hêla miletên di bin zorê de, li her deverê dinyayê, ew jî mîna hev in.
Wekî notek: Nivîskarê me Arjen Arî jî vexwendiyê civînê bû lê ji ber pirsgirêkên brokratîk nikarî here û beşdar bibe.
Her wiha televîzyona îtalî RAIsat bi Helîm Yûsiv û Dilawer Zeraq re hevpeyvînek kir.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.