Diyarname
Li bajarê Silêmanî vê sibê li Taxa Kazewa teqînek çêbû. Heta niha 11 kesî canê xwe ji dest daye, gelek birîndar jî hene.
Li gor Waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir 6 birîndar li nexweşxaneyê ne, didu jê rewşa wan giran e. Li aliyê din Walî Ebûbekir ragihand ku komên Parastina Sivîlan ji bo rizgarkirina kesên di bin cihê kavilbûyî de dixebitin. Texmîn ew e ku hê 4 kes di bin cihê bûyerê de ne. Her wiha ji ber bûyerê li Silêmanî şîn hat ragihandin.