Diyarname
Wêjegeh Amed di beşa "Bîra Hevpar" de vê hefteyê edu kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dan bibîr tîne.
6'ê reşemî navend Mereş li 11 bajaran erdhej çêbû. Li Amedê jî û gelek kes mirin. Didu ji wan dengbêj Mihemedê Nenyasî û stranbêj Zîlan Tîgrîs bû.
Niha her du di çalatiyek de têne bibîranîn. Moderatoriya çalakiyê dê A. Rahim Kiliç bike. Di çalakiyê de Udi Veryant, Koçer, Mihemedê Tapê, Zeynep Yaş, Ferat Mehmetoglu, Deniz Karakaş, Zîlan Alpaslan û Cemalê Nenyasî cih bigirin û li ser wan biaxivin.
Mihemedê Nenîyasî kî ye?
Dengbêj Mihemedê Nenîyasî, di sala 1947’an de, li gundê Nenyas ê bi ser Licê ve, di malbateke ku kevneşopa dengbêjîyê tê de geş û zindî bû, ji dayika xwe çêbû ye. Di dîwanên dengbêjên navdar ên dema xwe de ku bav, kal û apên wî datanîn, bi kilamên dengbêjan mezin bû. Malbata wî ya ku li gund, debara xwe bi cotkariyê dikir, di sala 1968’an de bar kir çû Amedê. Mihemedê Nenyasî, ji hêlekê ve esnafî dikir ji hêla din ve jî di dîwanên dost, kesûkarên xwe de dengbêjîya xwe domand. Di sala 2005’an de, li Amedê Mala Dengbêjan hat avakirin û ew û birayê xwe Cemalê Nenyasî bûn dengbêjên nasyar yên Mala Dengbêjan. Hunermend, di sala 2022’yan de, bi awayekî fermî nasnavê guhêzkarê mîrateya çandî ya ne şênber wergirt. Mihemedê Nenyasî, bi dehan berhemên xwe ve û bi gelek kilaman ve ku bi usûlên gotina kilaman ew berhev kiribûn, bi salan ked di ber de da da ku kevneşopa çanda kurdan, bi rêya dengbêjiyê derbasî nifşê ciwan bibe û di siberojê de were gotin.
Roja 15'ê reşemiya 2023'yan cenazeyê wî ji bin avahiya hilweşiyayî hat derxistin.
Zîlan Tîgrîs kî ye?
Zîlan Tîgrîs, di sala 1972’yan de li Amedê, ji dê û bavekî ermen û li maleke ku lê kurdî û ermenîkî dihat axaftin, ji dayika xwe bû ye. Dêya wê Cemîla Xanim, eleqe û nêzikatîyeke zêde nîşanî muzîkê dida û hevaltîya wê bi Ayşe Şanê re hebû ku Ayşe Şan, jina kurd di muzîkê de heyî û xuyanî kiribû. Dêya wê, bi vê eleqeya xwe ve, piştgirîya keça xwe Zîlan Tîgrîs kir.
Di gava xwendina xwe ya dibistana navîn û lîseyê de, bala wê li ser kilam û stranan bû û di sala 1990’î de wekî stranbêj hat hilbijartin ji bo koroya muzîka gel ya ku li Şaredarîya Amedê hat avakirin û ev yek bû sedem ku stranbêjîya wê bigihîje rehendeke profesyonel. Bi salan, li şaredarîya Amedê, xebatên çandî û muzîkî kirin. Li Amedê, koroya yekem ya zarokan, koroya yekem ya kevaniyan û koroya ciwanan ava kir û bi salan şeftiya wan koroyan kir. Gava wê ev xebatên xwe dikirin, di heman demê, di sala 2006’an de, li Konservatuara Zanîngeha Dîcleyê de perwerdehîya dengî hilda.
Hunermend Tîgrîs, di sala 1992’yan de, albumeke bi navê “Îro”, di sala 1998’an de albumeke bi navê “Edlê”, bi tevayî du albumên kurdî, di sala 2018’an de jî, albumeke tirkî ya bi navê “Geliver” amade kir.
Roja 12'yê reşemiya2023'yan cenazeyê wê ji bin avahiya hilweşiyayî hat derxistin.


