Diyarname
Komeleya Nivîskaran a Amedê li ser kuştina 35 gundiyên Roboskî daxuyaniyeke weşand û got: "Roj berî rojê berpirsiyarên vê bûyerê li dadgehan bên darizandin û deqe berî deqê jî ji kar bên dûrxistin. Berî her tiştî jî divê hskumet lêborîna xwe bixwaze ji gelê jurd û bi taybetî jî ji malbetên kuştiyan.'
Komeleyê Nivîskaran daxuyaniyeke nivîskî weşand. Vaye daxuyaniya komeleyê:
Ji bo çapemeniyê û raya giştî
Gava ku li ser vê xakê welatek hate parvekirin ji kurdan re sirgûn, girtin û kuştin ma.
Ew têr nekir, kengî gotin bila zikên zarokên me jî têr bibe li ser serê wan bombe kêm nebûn.
Ew jî têr nekir, kengî gotin bila zarokên me jî li ser zimanê xwe bi zimanê xwe şekirên xwe bihilînin wan kerr û lal kirin.
Em ê ji Dêrsim û Agirî, em ê ji Geliyê Zîlan û Newala Qeseban em ê ji Helebçe, Mehabad dest pê nekin bê kurdan çi kişandiye û çi ne kişandiye...
Tenê di van salên dawî de bi dehan zarokên kurdan hatin qetilkirin li ber siya bav û birayên xwe...
Bi qetlîama Qilabanê em ê nebêjin Tirkiye hatiye qiraxa rêyekê.
Ji ber ku me gelek caran bi çavê serê xwe ditiye ku Tirkiye di vê riyê de derbas bûye û hesabê yek welatiyê xwe jî nekiriye...
Lê ne ew kurd kurdên berê ne, ne jî ew rê rêyên berê...
Civaknasekî gotibû; heta ku kurd bi tirkan re nexwaze bijî û tirk jî hemû mafên kurdan yên neteweyî qebûl neke wê ev mesele çareser nebe.
Kurdan piştî her qirkirinê, piştî her gundên şewitî, piştî her mirovên dibin çav de nebedîkirî û piştî her qîz û xortên xwe yê wekî heyvekê wendakirî jî gotin; bijî biratî!
Lê bila bê zanîn ku nefes di cegera kurdan de her diçe kêm dibe, diçike!
Eger biratî ne biratiyeke derewîn be divê hemû mafên kurdan bên kuştin û pevçûn bê qebûlkirin.
Tirkiye di riyeke şaş de ye û nikare rast bijî. Hemû şaşiyên xwe jî li ser nenaskirina mafên kurdan ava kiriye.
Piştî qetlîama Qilabanê divê xwesteka her mirovê demokrat, nivîskar û rewşenbîr be ku roj berî rojê berpirsiyarên vê bûyerê li dadgehan bên darizandin û deqe berî deqê jî ji kar bên dûrxistin. Berî her tiştî jî divê hikumet lêborîna xwe bixwaze ji gelê kurd û bi taybetî jî ji malbetên kuştiyan.
Bi vê yekê dibe ku piçekî dilê kurdan rehet bibe.
Kurd êdî dizanin eger ev yek jî ji desthilatdaran re bimîne çi tiştên zindî hebe wê bibe sedema bombebaranê û li çiyayên welêt dar jî nema şîn dimînin.
Em nivîskar û rewşenbîrên vê civakê daxwaz dikin ku bê kuştin û bê girtin hemû hemwelatiyên vê xakê bi dengê xwe û bi rengê xwe çawa bixwaze wisa bijî...
KOMELEYA NIVÎSKARÊN KURD"
***
Nûçeyên eleqedar:
- 'Çiller nekarî hûnê jî nikaribin berxwedana kurdan têk bibin'
- 30 hezar kesî 35 kes veşartin
- ÎHD û Mazlûmder: Bûyer înfazeke giştî û komkujiyek e
- Haci Encu ku ji bûyerê sax filitî qala bûyerê kir
- Gotinên li ser komkujiya Roboskiyê
- Selahattin Demirtaş: Komkujiyekî din li dîroka Tirkiyeyê hate zêdekirin
- Demîrtaş: Rabin bûyerê nalet bikin- Navên kesên ku hatine kuştin
- Balafiran gundî dan ber bombeyan: 35 kes kuştin