Di çarçoveya bernameya 2'yemîn Festîvala Xweza û Çand û Hunerê ya Gola Wanê ku bi dirûşma "bi çandê ber bi jiyana azad ve" tê lidarxistin de li Kolan Cumhuriyetê stand hatin vekirin.
Festîvala Şaredariya Wanê li dar dixe, duh êvarê bi mesiremê dest pê kir. Îro jî li Kolana Cumhuriyetê stand hatin vekirin. Di standan de xebatên şaredariyan tê nasandin. Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, KURDÎDER, NÇM'a Wanê jî stand vekirin.Di standa Weşanên Aremê de danasîna pirtûkên nû tê kirin, Dayikên Aştiyê xwarinên çanda kurdî çêkirin. TUYAD-DER der barê girtiyên nexweş de gel agahdar dike. Navenda çandê jî der barê xebatên xwe de gel agahdar dike. Gel eleqeyeke mezin nîşanî standan dide. Ji bilî vê jî pêşangeha wêneyên a Selîm Yildiz ê der barê zarokên Mexmûrê de, ya Mustafa Aslan a der barê dîroka çapemeniya kurd de, ya Serpîl Odabaşi ya der barê zarokên mexdûrên TMK'ê de jî hatin vekirin. Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, parlamentera berê ya Parlamentoya Ewropayê Feleknaz Uca û şanedarên bajar û navçeyên herêmê û gelek kes li pêşangeh û standan geriyan.
***
Nûçeya eleqedar: