logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Edebiyata kurmancî a modern

Edebiyata kurmancî a modern bi kîjan berhemê re dest pê kir? An jî di kîjan berhemê de bi çi awayî taybetiyên modern xwe

  • Dîrok: 22/04/2011
  • Beş: Serbest

Cîhan Roj*

Ji bo eleqeya we sipas dikim.

Emê hewl bidin behsa edebiyata kurmancî a modern bikin.

Edebiyata kurmancî a modern bi kîjan berhemê re dest pê kir? An jî di kîjan berhemê de bi çi awayî taybetiyên modern xwe dane der? Pirsên wisa hê jî bi temamî nehatine bersivandin.

Ji ber ku lêkolînên der barê berhem û metnan de kêm in zor e ku însan destnîşan bike bê di edebiyata kurmancî de gavên modern çi wextî bi çi awayî hatine avêtin.

Tişta ku îro roj dîyar e ev e ku wekî derdor kovara Hawarê gavekî berbiçav a wêjeya kurd ya modern e.

“Heta sala 1980’ê, ji bilî Erebê Şemo, Eliyê Evdirehman, Mîroyê Esed, Heciyê Cindî û Seîdê Îbo romanivîsên kurmancîaxêv derneketine. Hingê, heta sala 1980’ê, hejmara romanivîsan 5 û ya romanên kurdî jî 12 bû.
Heta sala 1990’î hejmara romanivîsan bûye 14. Hejmara romanên kurmancî heta sala 1990’ê, 27 bû.
(İbrahim Seydo Aydoğan)

Ev agahî besî me ne bê edebiyata kurd di qonaxeke dûvdirêj de di çi halî de bûye.

Heya salên nodî bi gelemperî nivîskaran bêtir “rewşa heyî” destnîşan kirin. Xwestin bala xwendevan bikişînin ser rastî û rasteqîniyê. Nivîskaran serpêhatiyên xwe û ên civakê qeyd kirin. Helbet lêgerîn û ceriban xwe di berheman de dane der.

Piştî salên nodî zextên li ser zimên hinekî hatin sist kirin. Ev bû sedem ku nivşek xwe bide der. Bi tevî nivşê nodî edebiyata li sirgûnê jî ket rojevê. Ezê hêlên polemîkî bidim aliyekê û behsa rehmetî Mihemed Uzun bikim. Wî bi berdewamî behsa edebiyata modern û girîngiya takekes dikir. Lê di berhemên wî de jî em dibînin ku wî xîtabî civakê kiriye, hewl daye bin hişê civakê deşîfre bike û hin gunehên qewimînên dîrokî bi bîr bixe. (Romana wî a dawî ne tê de.)

Her ku berhemên wî bi kurmancî nehatibin xwendin jî, her ku hin rexneyên me hebin jî berhemên wî bûne sedem ku li vî welatî der barê edebiyata kurmancî de gengêşî xwe bidin der.

Wekî edebiyata me a devkî edebiyata me ya nivîskî jî hê veşarî ye. Li zimanên dî bes nayê wergerandin. Ji bilî berhemên rehmetî Mihemed Uzun medyaya vî welatî bes eleqe rê berhemên dî neda/nade. Ev balkêş e.

Ji ber ku wext li me teng bû ezê xal bi xal çend tiştan bi bîra we bixim:

1. Ji bo xwendinê piştgiriya çîna navîn gelek muhîm e. Bi piranî kesên kurd ên ji çîna navîn li metropolan dijîn û xwendina edebiyata kurdî ji xwe re nekirine xem. Heger guneh hebe ev guneh bi piranî pariya wan kesan e.

2. Di wêjeya modern de hilweşandina tabûyan helwestek e lê di edebiyata kurd a modern de ji ber halê romantîk nivîskar li hember tabûyan bêqerar dimînin.

3. Hin kes bi tevî baş bi kurmancî nizanin jî hewl didin ji bo edebiyata kurmancî bibin referans. Agahiyên ku didin ansîklopedîkî ne. Ji ber ku baş bi kurmancî nizanin nikarin bi awayek analîtîk berheman binirxînin. Hewl û hewesa populerbûnê nahêle detayên di edebiyata kurmancî de bêne gengêşîn.

Li nav civaka me fikrek wisa heye, “Gelo nivîskarên kurd dikarin wêjeyek xurt derxin holê?” û her bi şik li meseleyê dinêrin. Ez dixwazim bipirsim: Çima nebe? Yên ku bi kurdî nizanin jî bi tundî berhemên bi kurdî hatine nivîsandin rexne dikin û îdîa dikin ku naveroka wan a bandorker nîn e. Li îhtîmala wêjeya kurdî dê bi ser bikeve jî bi erênî nanêrin.

4. Hindik be jî em dikarin behsa bazara kurmancî bikin.

5. Ji bo wêjeyeke modern gerek ziman di her warên modern de cî bide xwe. Heya niha edebiyata me derfetên çand û vegotinên wêjeya devkî bi kar dianî. Îro roj kurmancî di warên dî de jî cî dide xwe. Berî demekê li Amedê komxebatê di warên îdarî û hunerî de term afirandin. Gavên wisa dê bibin sedem ku wêje bêtir bi pêş bikeve.

Ziman jî wekî kesan xwedî şexsiyet e. Çerçawa hêlên baş û ên nebaş ên şexsan hene ziman jî di heman halî de ye. Ji bo xatirê kurmancî gerek em karibin ‘li hember kurmancî’ jî têbikoşin! Heger ku hûn ziman bi peyva “pîroz” der bibin û nexwînin tu qîmeta wê tune ye. Çalakiya herî bi wate ji bo ziman xwendin e. Edebiyat rih dide ziman, tehm û çêjê dide ziman.

6. Li çend ciyan komên xwendinê hatine avakirin. Berheman dixwînin û dinirxînin. Gavên wisa muhîm in. Di edebiyata kurmancî de îro roj berhemên cuda têne afirandin. Êdî xwendevan jî bi alternatîf in.

7. Edebiyat tehm û çêj e. Ji bo jiyaneke normal xwendinên edebî muhîm in. Ez mereq dikim; ger rojekê pirsgirêka kurd were çareserkirin gelo wê valahiyek xwe di dilê însanan de bide der an na? Ji ber xemên wisa jî ji niha de em dest pê bikin û bixwînin.

8. Em hê jî bi derfetên zimanê xwe biyan in. Ez her tim mînakekê didim; li devera Serhedê wexta berfa pêşî dikeve, dibêjin, “Berf do bi qasî dermanê şevekê barî ye.” Ev derbirîn hem edebî ye, hem jî gelek xweş e. Lê ku ev derbirîn di helbestekê de xwe bide der gelo ê çend kes karibin jê fam bikin?

9. Wekî gotina dawî ger Shakespeare li zimanekî hatibe wergerandin em ji bo wî zimanî û ji bo edebiyata wî zimanî dibêjin, oxira te a xêrê be, rê li te vekiriye.

*Ji gotubêja li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê

cihanacirokan@hotmail.com 

***

Nûçeyên eleqedar:

- 'Wêjeya kurdî eleqeya divê nabîne'

- Li Îzmîrê panelek li ser wêjeya kurdî ya modern

- Weşanxaneyên kurd beşdarî Fûara Îzmîrê dibin

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji bo derziyek!

ad

Skoçya di dibistanan de şertê xwendina galî tîne

ad

Li Stenbolê 7 rojnameger, 2 siyasetmedar 9 kes hatin girtin

ad

Çînê ji bo fûtbolê hedef diyar kir: Sal 2050

ad

'Divê Almanya nasnameya kurdan binase'

ad

RSF: Bila rojnameger cih re bêne berdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname