Diyarname
Hevserokê GiÅŸtî yên Partiya AÅŸtî û Demokrasiyê (BDP) Gultan KiÅŸanak û Sehattîn DemîrtaÅŸ nameyek ji Melcisa Federal a Almanyayê re ÅŸandin û xwestin Almanya daxwazên kurdan ên kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” qebûl bike. Hevserokan di nameyê de gotin ku qebûlkirina kurdan wekî komek a penaberan dê pêngavek girîng be.
Meclisa Federal a Almanyayê dê di 15’ê kewçêrê de ji bo kampanyaya kurdan a bi navê “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” rûniÅŸtinek taybet pêk bîne. Berî vê rûniÅŸtinê gelek saziyên kurdan û yên ji komên penaberan ên gelên din piÅŸtgirî didin vê kampanyayê. Heta niha bi dehan sazî û komeleyên penaberan ên kurdan bang li Meclisa Federal a Alman kirin ku her 12 daxwazên kurdan ên di kampanyayê de pêk bînin.
Herî dawî Hevserokên GiÅŸtî yên BDP’ê Gultan KiÅŸanak û Selahattin DemirtaÅŸ ji Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîisa Federal a Alman re nameyek ÅŸandin. Hevserokên BDP’ê bal kiÅŸandin ser girîngiya kampanyaya bi pêÅŸengiya Federasyoan Komeleyên Kurdan ên Almanyayê (YEK-KOM) hatiye destpêkirin û xwestin ku dewleta Alman daxwazên kurdan qebûl bike. KiÅŸanak û DemîrtaÅŸ da zanîn ku ew kengî tên Almanyayê bi penaberên kurd re dicivîn û ev bang li Meclisa Almanyayê kirin:
"EM PIRSGIRÊKÊN KURDAN ÊN LI ALMANYAYÊ DIZANIN"
"Gava em hatin serdana Almanyayê me dît ku penaberên kurd jî dixwazin wekî gelên din ên penaber ên li welatê we bibin xwedî heman mafan. Em dizanin ku siyaset û civaka Alman pir-rengî û geÅŸbîn e. Ji ber wê jî em girîngî didin kampanyaya ji aliyê YEK-KOM’ê ve hatiye destpêkirin û dibêjin ku êdî dem hatiye ku nasmaya kurdan di qanûnên Almanyayê de bên nasîn.
Em dixwazin bînin bîra we ku di çarçoveya makeqanûnê de naskirina nasnameya kurdan û qebûlkirina kurdan jî wekî komên din ên penaberan li gorî rêgezên mafên mirovan ne e. Jixwe madeya 1’emîn a makeqanûnê diyar dike ku divê hemû nasnameyên çandî bêne parastin. Di vê çarçoveyê de, ger Komîsyon Daxwaznameyan nasnameya kurdan nas bike, dê me jî gelek kêfxweÅŸ bike. "
12 DAXWAZÊN KURDAN
Di dema destpêkirina kampanyayê de ev kampanya ji aliyê 40 saziyan ve bi pêÅŸengiya YEK-KOM’ê hate destekkirin, lê niha hejmara saziyên piÅŸtgirî didin gihiÅŸt nêzî 150’an. Lê rayedarên kampanyayê dan zanîn ku hedefa wan ew e ku heta roja 15’ê kewçêrê hejmara van saziyan bigihe 200’ê. Di kampanyaya ku ji aliyê saziyên tirk, asûr, baweriyên êzidî û ewelî, kûlubeyên sporê, rêxistinên jin û ciwanan ve tê destekkirin de ev 12 daxwaz ji dewleta Almanyayê tên kirin:
1- Divê penaberên kurd jî wekî komên din ên penaberan bên nasîn û wekî komên din ên penaberan bên dîtin.
2- Ji bo entegrasyona kurdan bi civaka Alman re û ji bo piÅŸtgiriya çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê, divê qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin û di vê çarçoveyê de divê qedexe û zextên li ser saziyên kurdan bên bidawîkirin.
3- Divê ji bo penanaber û koçberên kurd, bi taybet jî ji bo jinên kurd xizmetên piÅŸtevanî û piÅŸtgiriyê bên dayîn û meteryalên agahdarkirinê yên bi kurdî bêne derxistin.
4- Divê kurdî wekî zimanê zikmakî belavî hemû eyaletan bibe.
5- Ger navên kurdî yên ji aliyê welatên kurd jê hatine ve neyê erêkirin jî, divê bêne qebûlkirin
6- Divê di weÅŸanên bi zimanê biyanî yên radyo û Tv yên raya giÅŸtî de bi awayeke wekhev nêzî kurdî jî bibin.
7- Divê Cejna Newrozê di çarçoveya biryara UNESCO ya di 23’ê reÅŸemiya 2010'an de wekî Roja Fermî ya Betlaneyê were qebûlkirin.
8- Divê ji bo entegrasyonê di Konseya PiÅŸtevaniya Federal de nûnerên kurdan jî hebin.
9- Divê agahiyên siyasî û çandî bi zimanê zimakî kurdî bêne belavkirin û weÅŸandin.
10- Divê dawî li dersînorkirina kurdên di nava siyasetê de çalak bê anîn û ji nû ve venêrîna li ser dosyayên kurdên ku navê wan ê penahiyê hatiye qebûlkirin, bi dawî bibe.
11- Divê hikumeta Federal ji bo pirsgirêka kurd bi rêya aÅŸtiyane çareser bike zêdetir hewl bide.
12- Kurd xwedî baweriyên olî yên cuda ne; Misilmanî, êzidî, elewî û xiristiyanî. Ji ber vê jî divê kurd jî beÅŸdarî Koma Xebatên Diyaloga ji bo Olan bibin.
***
Nûçeya eleqedar:
- Hunermendên kurd name ji Meclisa Almanyayê re ÅŸand
*****
Ji nav nûçeyan hilbijêrek:
- Berendamên mamostetiya kurdî çalakî li dar xistin
- Li Ermenistanê bi awayekî fermî bi Latînî perwerdeya kurdî dest pê kir
- Hatîp Dîcle: Ozal rojek piÅŸtî em ÅŸandin Lubnanê hat kuÅŸtin