Diyarname
Dayika nû Salma Hayek piştgirî da kampanyaya "Paketek potê pitikan - derziyek" û ji bo vê yekê wêneyê xwe pêşkêş kir.
Kampanya ji bo pêdiviya derziya tetanoz a dayik û zarokan ên li Asya û Afrîkayê tê li dar xistin.
Di navbera 1'ê avrêlê û 30'yê pûşperê de ji potên zarokên yê bi markeya Pampers çi bê firotin dê pereyên wê pêşkêşî UNICEF'ê bê kirin. UNICEF jî dê vê pereyê ji bo dayikan û pitikên wan xerc bike. Lîstikvana navdar Salma Hayek ku ji bo vê kampanyayê bi dilxwazî derket pêşberî kamerayê, wisa got: "Projeya biçûk a dayikên wekî min nû ên li bakurê Amerîkayê dê ji bo dayikên li cîhanê bibe alîkar."
Di çarçoveya kampanyayê de 25 mîlyon derzî şandin welatên ku pêşdikevin.
Li gor rapora UNICEF'ê her sal 140 hezar pitik û 30 hezar jin ji tenatozê dimirin.


