Diyarname
Çîroka kirîna tîmên ewropî ji aliyê şêxên ereban ve didome. Heta niha li lîgên mezin gelek tîm ketin destê şêxên ereb, niha Manchester United jî ji aliyê şêxekî ereb ve hat kirîn. Şêxê Qatarê Jassim Bin Hamad Al Thani tîm kirî.
Manchester United (MU) îsal di Premier Lîgê de lîg wekî sêyemîn temam kir. Di FA Cupê de jî derket fînalê lê li hemberî Manchester City têk çû, loma jî lîg bê kûpa temam kir. Ev demek bû firotina klûba Manchester Unitedê di rojevê de bû û encam derket: Şêxê Qatarê Jassim Bin Hamad Al Thani klûb kirî.
Klûb ji sala 2005'an ve di destê malbata Glazer de bû. Ligel ku di salên dawî de zêde serketina MU tune be jî dîsa di Premier Lîgê de bi 20 caran tîmê herî zêde bûye şampiyon e. Paşê Liverpool bi 19, Arsenal bi 13 û Manchester City û Everten her yek bi 9 caran tên.
MU di sala 1986'an de teknîk dîrektorê skoçî Alex Ferguson anî ser tîmê û Ferguson di 27 salên karê xwe de tîm derket asta herî jor. Paştî wî tîmî carek din ew asta jor nedît. Ji ber ku di van salên dawî de serketina tîmê tune bû temaşevan jî dijî malbata Glazer derdiketin.
Rojnameya Al Watan a Qatarê ragihand ku kirîna klûbê temam bûye. Li gor rojnameyê Şêx Jassim Bin Hamad Al Thanibi dê 6 mîlyar Euroyî bide malbata Glazer û hemû hîseyên klûbê dê bikevin destê Şêxê Qatarê.
HIN TÎMÊN ŞÊXAN
Ev yekemîn tîm e ku şêxên ereb distînin. Tîma Manchester United piştî ku ket destê ereban (Şêxê ereb Mansur Bin Zayed Al Nahyan ew kirî) li Premier Ligê serketinên mezin bi dest xistin. Heman lîgê New Castle, Sheffield United jî di destên ereban de ye.
Li Fransayê tîma mezin PSG di destê şêx Nasser Al Khelaifi de ye. Ji bilî van li Spanyayê û welatên din jî hin tîm di destên ereban de ne.