logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Di wergerê de mînaka Japonya û Siloveniyayê

Japan ji bo her kesekî diyar e, lê Silovêniya piştî herifinadina Yoguslavyayê, di demeke kurt de, hem di hêla aborî û he

  • Dîrok: 29/12/2009
  • Beş: NÎQAŞ

Tengezarê Marînî

Hîn ji demên kevin ve û heta roja îro, wergerandin roleke xwe ya mezin heye. Rola wê jî di veguhestina zanyarî û rewşenbîriyê di nav milet û welatan de. Hîn ji demên Antîk ve, Grîkan, xwendevan rêdikirin Misrê, welatê Feronan, da ku fêrî Stêrnasî, hisab û çandiniyê bibin. Di rêya wergerandinê de, rojava ji rojhilat biriye û rojhilat jî ji rojava biriye. Di girêdana tevna şaristaniyê de, rola wergerandinê ya herî sereke ye.

Wergerandin, têvdaneke rewşenbîrî ye, zemîneke xweş ji bo dahêneran, lêkolîneran û zanistan peyda dike. Em dizanin bizava afirandinê, berî bizava wergerandinê tê, lê bizava afirandinê bê wergerandinê mîna savara rijî ye, wate yekhêlî ye û bi zaniyarî ye. Wergerandin, dewlemendkirina rewşenbîriya taqekes û civakê ye.
Wegerandin wê bizava mezin ya rewşenbîriyê di navbera welatên lipaşmayî û yên pêşketî kurt dike (Eger bizava wergerandinê bi şêweyekî zanistî  û sîstematîk bibe. Di rêka wergerê de, rewşenbîr berê xwe didin cihên di rewşenbîriyê de ronîdar.
Di rêka wergerê de, û wergerandin taqe- jêder e, ku mirov agah li zanist û teknolojiyê dibe. Ji bijîjkiyê, ta bi zanista civakî, hunerî, stêrnasî, atom, kîmya û gelekên din, di rêka wergerandinê tê belavkirin.

Welatên, ku giranî dane wergerandinê, xwe zû û gelekî baş bi pêş ve birine, mîna Japon, welatên Europa, Amerîka, Koriya û gelek welatên din jî. Bo nimûne, eger ji japanî bo zimanên din li ser zanista robotê nehatiba nivîsînê, dê welatê Japonê ev zanist monupule bikira.
Di beware fêrbûn û xwedîkirinê de, di beware pirtûk û rêbazên perwerdekirinê de, rola wergerê sereke bû û dê her wisa bimîne jî. Di rêka wergerandinê de, em dizanin ku perwerde li her welatekî bi çi şêweyî bi rê ve diçe.
Di rêka wergerandinê de, em dikarin, bizava hizrî û wêjeyî ya cîhanê bişopînin. Hejmarên wergerê, an jî afirandinê di zimanekî mîna îngilîzî de, me mat dihêle, vêca çawa zimanê cîhanî yê din jî têkel bibin. Di rêka wergerê re, em dikarin nivîskarekî mîna Goethe, Shekspear, Marquez û gelekên din bixwînin, sûd û jê werbigirin.

Xala herî girîng ji bo me kurdan jî ew e, ji ber ku ev e demeke dirêj e, zimanê me qedexe ye, perwerde pê nabe û bi xurustî bi pêve neçûye, wergerandin rêka dewlemendkirina zimanê me ye, pêşvebirina wî ye û şaristanîkirina wî ye. Di rêka wergerandinê de, mirov kêmasî û hêza zimanê xwe dinase. Ziman jî bûnewerekî civakî ye, di danûstendinê de bihêz û geş dibe, nû dibe, berfireh dibe. Ew zimanê nikaribe xwe digel jiyanê biguncîne, dê bêdeng bibe û bimre. Ew jî ji ber bizava wergerandinê ve girêdayî ye. Di rêka wergerandinê de, mirov hiş, hizir, hevok û lêkdanên zimanên din dinase. Di dema pêşketina teknolojî û şaristanî de, wergerandin bi rola pêşketina ziman dilîze. Ji bo her afirandinekê, li peyvekê yan jî têgehekê digere û eger nebe, pêdivî wê b çêkirin, an jî bi şêweyekî rast bê bikaranîn û bikeve nav karwanê zimanê armanc (Zimanê bo wî bê wergerandin) de.

Wergerandin, rêka herî baş e, bo ragihandina rewşenbîrî. Xeleka jiyanê pêkve girê dide, ziman e û wergerandin, rêka herî girîng e ji bo pêkanîna ragihandinê di navbera miletan de. Ji xwe eger em behsa wergerandinê û zayendên toreyî bikin. Di destpêka wergerandinê de, helbest, ji ber rîtm û ahenga wê zû hate wergerandin.

Ta demên dawî jî, li ba wan miletan, ku hest û bihra xwe bêhtir ji hiş û hizrên xwe bi kar tînin, helbest bêhtir dihate û tê wergerandin. Lê ew milet ên xwe gihandine asta cîhanî û peyva wan di cîhana nû de heye û kartê kirin û şopa wan li ser siyaseta cîhanê heye, berê xwe dan wergera hizrî, felsefî, roman, çîrok, teknîk û bi tektîk, metod û stratejî kar û barê wergerandinê kirin. Du nimûneyên herî balkêş di van demên dawî de, ku her kes li ser radiweste û li ber serpêhatiya wan birêz radiweste, Japan û Silovêniya ne. Japan ji bo her kesekî diyar e, lê Silovêniya piştî herifinadina Yoguslavyayê, di demeke kurt de, hem di hêla aborî û hem di hêla sîstemkirina civakî de xwe gihand norm û radeya yekîtiya Ewropa. Ev hemî jî, ji ber karê wergerê zor baş birê ve çû.
 
Wergerandin kiryarekî mairîfî, hizrî, rewşenbîrî û zimanevanî aloz e. Di wergerandinê de, dualîzma ziman û hizir, ziman û rewşenbîrî û dualîzma zimanê kesê werdigerîne û zimanê yê din, wate ziman wergir, dikevin diyalogek herdemî û diyalîktîk.

Ev diyalektîka ku di navbera deqê hinêrdar û deqê armanc de, wisa li wergerandinê û pênasîna wê dike, ku kêşe û alozî peyda bibin.

Wergerandin guhertina naveroka deqekî di zimanê jêder de, ji bo wê naverokê di zimanê armanc de, bêyî ku xisletên her du zimanan bê jibîrkirin. Wate wergerandin, asoyên xwe yê hunerî, hizrî watedarî (semanthik) derbas dike û ber bi asoyên rewşenbîrî giştî ve dibe, ji bo huner û dahênanê di ziman û naverokê de dewlend bike.
Di dawî de, wergerandin biyavên xwe yê ragehandinane (Comunctive), ciwanî (Estetîk) û biyavên têgihiştinane destnîşan dike.

Encama vê nivîsê:
- Wergerandin, lihevhatinekê di navbera jêdera du wêjeyan de dike.
- Wergerandin, pirê di navbera du jîngehên wêjeyî de dike.
- Wergerandin, xîtaba wêjeyî ber bi nûbûn, nûkirin û pêşdebirinê dibe.

Sedem ên wergerandinê çi ne, ku wergervan vî karê zor dike?

- Sedemê yekê subjektîv e, wate ew kesê bi wergerê radibe, wek takekes, dixwaze zaniyariyên li def yê din binase, bizane û jê fêr bibe û biyavekê peyda bike, bi vekirina li yê din, da ku ji çarçewa teng derkeve.
- Sedemên wêjeyî, zanistî û marîfî ne. Li vir wergerandin ji wê daxwaza takekesayetî derdikeve û dibe pêwîstiyeke civakî. Pêdivîbûna nasîna rewşenbîriya yê din, pêdiviyeke komelayetî ye. Wate wergerandin, ji bo nasîna yê din pêdiviyeke stratîjîk ya civata min e. Lewra jî pêdiviye karê wergerê ji biyava takekesî derkeve û dibe karekî bi rêbaz û di destê dezgehên taybet bi wergerê ve.

tengezarmarini_41@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Amedê li ser çareserî û ziman konferansek

ad

Ji bo Pinar Selek kampanyaya îmzeyê

ad

Leyla Zana berendama Xelata Nobelê ye

ad

Ji bo Efrînê piştgiriya hunerî

ad

Li Geverê 3 erdhej çêbûn

ad

Li Katalonyayê dema lihevkirinê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname