'Emê konê li darxin'
Dilþêr Bêwar
Koronayê derî di ser me da kûp kiriye. Ji rojan þemî ye. Tav diqijile li Stenbolê. Xwedê zane niha çi xûþe xûþek xweþ bi peravan ketî ye. Di navbera ode, mitbex, þaneþîn û medya sosyal de pêgermokê digerînim. Wekî her carî piþtî nîvroyê þaneþînê diþom. Xaliyê li þaneþînê radixim, mînderan lê rast dikim. Vê carê qewimînek din rû dide. Lawê min ê mezin (deh salî ye) û birayê wî çarþevê tînin, dibên “emê konê li darxin”. Tevlî karê wan nabim. Diya wan tê þaneþînê eferimek bexþî wan dike.
Li ser banê avahiya hember du mêr rûniþtîne. Mîna celewê qerqaþ kevokan dor li wan girtiye. Kevok qasî çend deqeyan ji ber çavan winda dibin dîsa vedigerin ser koxika xwe. Bi darê çend þaneþînan ve xalî dardakirîne. Çîpe çipa avê ye, dinuqute... Dengê cîranê kêlekê bi ser min dikeve. Radibim dikevim temaþeya wî a xalî þûþtinê. Jina wî wexta min dibîne dibiþire. Deng li mêrik dikim bi ken:
- Ka þixulê malê karê jinan bû? Çi hat bi serê beradên te da?
Bi ken dibê:
- Kar tune aciz dibim ji aciziyan e...
Ji xanima wî re dibêm ka xwe bide alî vê roja pîroz bigrim bin qeydê...
Wekî tê zanîn tevî Stenbolê li sî û yek bajarî ji ber koronayê derketina derve du rojan qedexe ye. Bermayiyan ji xwe re dikim bahane bi qutiya bermayiyan re berê xwe didim derve.
Darên mêweyan li çîçegan rûniþtîne. Ji bo ekrana têlefona xwe çend wêneyan dikiþînim. Mozek tê li çîçegê rûdine bi tikandina wêne kiþandinê re tu nabê filaþa têlefonê vêxistiye moz bi firê dikeve.
Wexta dikim vegerim malê sîperikek li ber çavê min dikeve. Ji bo wêneya wê jî bikiþînim qederek bi çavan perperokê diþopînim. Xwedê jê ne razî di nava ewqas giya, gul û çîçegan de tere li ser xweliya rût datîne. Çend gava ber bi wê ve diçim dîsa bi firê dikeve. Ji neçarî para stûyê xwe dixurinim.
Destê xwe diþom. Têlefona xwe "dezenfekte" dikim berî didim þaneþînê. Xirminiya ava çaya semawerê ye. Çayê dem dikim. Cixareya xwe dipêçim...
Lê hay dibim ji mijara esli a min dixwest binivîsînim ra cî nemaye.
Dilê min hebû qîra xwe li Cemil Oguz bida. Ser û goyê camêr hero þûþtiye. Min hê rojek tayek bi rûyê wî ve neditiye. Rûyê wî tim kurkiriye û porê wî yê qasî guniyan gur þekiriye. Malûm ji ber koronayê kuafor jî girtîne. Çareya rû û por em bibên dî, gelo niha mûyê bi guhê xwe çer hil dike? Deriyê me, hîç nebe ê min ji pêþniyaran re vekiriye. Nebên þewitandina mûyan her mêr wê dizane. Tiþtek orjînal bibînin û bêjin.