Hevpeyvîn: Zinar Şîno
Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir.
Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye?
Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê, lê belê wergera wêjeyî huner e. Ew mîna hunerên din karekî afirînerî ye. Afirandina berhemeke nuh e, wergera wêjeyî. Wergêrên zîrek, ji ber ku vê dizanin, ji peyvan bêhtir bi veguhezandina atmosfêrê mijûl dibin. Ji bo berhemeke wêjeyî şêweya vegotinê, stîl girîng e. Her wiha çîroka ku tê vegotin jî girîng e, lê tiştê ji wan girîngtir atmosfer bi xwe ye. Divê peyamên ku di peyv û hevokan de nehatine gotin jî bên veguhezandin, lewma ji bo wergereke biserketî lêhûrbûneke hunerî pêwîst e, ne xebateke zanistî. Bêguman ev ji bo wergera wêjeyî wisa ye, ji bo wergera zanistî hin pîvanên din hene. Wekî mînak ji bo wergera berhemên olî yan ên teknîkî wergereke pev bi peyv dikare pêwîst be.
Werger di nav kurdan de ya herî zahf ji zimanên serdestên kurdan e, çima ji zimanên din pir kêm e?
Husên Duzen: Pirsyareke zaf balkêş e. Dibe ku mirov bibêje, ji ber ku kesên bi zimanên serdestan dizanin di nav kurdan de pirtir in. Ez bi xwe ne di vê baweriyê de me. Bi min wisa tê rihiyeta kurdan dest nade ku ew li ser lingên xwe rawestin û bêyî serdestên xwe bi cîhanê re bikevin têkiliyê. Ma karê wergerê, dawiya dawî ne danîna têkiliyên bi ziman û çandên cihê re ye? Gelek kes hene bi deh salan li Ewropayê dimînin, zimanê welatê ku lê dijîn baş dizanin jî, lê belê wergerê ji tirkî dikin an werdigerînin ser zimanên din ên serdestên xwe. Wisa xuya ye girêdaneke xurt heye di navbêna wan kurdan û zimanê serdest de, ku nahêle bi cîhanê re rasterast bikevin danûstandinê.
Û wergera ji kurdî ji bo zimanê serdestên kurdan?
Husên Duzen: Bi taybetî ez wergera ji kurdî ji bo tirkî wekî berdewamiya asîmîlasyonê dibînim. Ka bê rewşa wergerên ji bo erebî yan farisî çi ye, ez baş ne agahdar im. Van salên dawî gelek berhemên kurdî hatin wergerandin bo tirkî. Piraniya wan bi destên kurdan hatin kirin û xwendevanên ku wan dixwînin jî kurd in. Lê wisa xuya ye ku hin hêz hene dixwazin vî karî derxin qadeke din. Vê dema dawî weşanxaneyên tirkan yên mezin wekî Dogan, Îletîşim û Metîs jî bi awayekî aktîv dest avêtin vî karî. Ger mebesta wan tenê bidestxistina bazarê ba, min ê ev kirina wan wekî karekî comerzîel binirxanda. Qederê ez dibînim ji xemên bazirganî yan edebî bêtir hewl tê dan ku ew hejmara kêm ku bi kurdî dixwînin jî vegerînin ser tirkî. Gelek caran berî ku kurdiya pirtukekê bigihîje xwedevanan wergera wê ya tîrkî tê kirin. Bêguman weşanxaneyên ku bi kurdî weşanê dikin jî ne di wê rewşa ku karibin bi weşanxaneyên tirkan re têkevin reqabetê. Hêviya min ew e ku nivîskarên afrîner haya wan ji vê yekê hebe û xwe nekin alavên vê kirinê. Bêguman ez wergerandinên bi destê nivîskaran ji derveyî çalakiyeke wêjeyî dibînim û hizrên min di der barê wan de tên zanîn.
Li gorî nêrîna we kîjan berhema kurdî bê wergerandin ji bo almanî dikare cihek baş werbigire di lîsteya pirtûkfiroşiyê de li Almanyayê?
Husên Duzen: Mixabin ez jiyana wêjeyî ya li ser Axa Azad nikarim baş teqîb bikim. Tiştê ku ez bêjim dê bêtir li ser berhemên bi kurmancî û elfabeya latînî be. Di van bîst salên dawî gelek berhem derçûn. Mixabin hejmareke wan a mezin xwedî gelek lawaziyên bingehîn e, lê gelekên ku hêjayî wergerê ne jî hene. Ez dixwazim berê navê çend romanên ku tavilê hatin bîra min bidim: Labirinta Cinan (Hesenê Metê), Saturn (Remezan Alan), Rojnivîska Spînoza (Şener Ozmen) û Mîrname (Jan Dost). Her wiha ji nav çîrokên Fewaz Husên, Hesenê Metê, Helîm Yûsiv, Tosinê Reşîd, Yaqob Tilermenî û Enwer Karahan dikare ji bo her yekî ji wan pirtûkek bê amadekirin. Vê dawiyê gelek berhemên ku derketine û hîn negihane destê min jî hene. Ji ber ku bi tevahî li Almanyayê eleqeya ji bo helbestê kêm e, ezê li vir behsa berhemên helbestan nekim. Bêguman gelek helbestên ku hêjayî wergerêne jî hene.
Erê, ji ber lawaziya wergera ma gere dîsan em rexneyê li siyasetvanan bikin?
Husên Duzen: Na û lê belê. Na, ji ber ku kêmbûna wergêran yan jî lawaziya wê ne karê siyasetmedaran e, lê belê siyasetvan xwedî derfet in, ger bixwazin dikarin alîkariyê bikin ku wergêrên baş derkevin û pê re jî wergereke baş bê afirandin. Divê em baş mêze bikin bê siyasetmedar bi berpirsyariyên xwe rabûne yan na. Bi min wisa tê ku bi taybetî li başûr di van çend salên dawî de dikaribûn karin cidîtir bibûna.
Başûrê Kurdistanê dikare çi ji bo wergerên ji bo kurdî bike?
Husên Duzen: Ger bixwaze dikare gelek tiştan bike. Qederê ez dibînim dixwazin hin tiştan bikin lê belê şêwirmendên xwedî agahdarî û azmûn, li derdora wan kêm in. Wergerî karekî zaf giran e, jê re gelek dem divê. Her wiha ji bo ku karibe wergereke ku tê xwestin pêk bê alîkariya diravî divê. Û ji her tiştî girîngtir jî komeke xebatê ji bo pêkanîna projeyên di vî warî de divê. Bêguman ne komeke ku ji kesên ne ehlê karê xwe ne pêk tê. Ger desthilatdariya Kurdistanê bixwaze bi berpirsyariyên xwe re rabe, divê berî her tiştî dezgehekî ava bike û piştre jî butçeyekê ji bo karê wergêranê veqetîne. Hîngê dikare li ser projeyên ku dê bên çêkirin xebat bibe. Wekî mînak dikare lîsteyek ji romanên kurdî bê tesbît kirin. Em bêjin di nava 2 salan de 10 romanên kurdî dê bên wergerandin bo zimanên Ewropî. Her wiha ew koma ku di vî warî de kar dike dikare navê 20 berhemên ji zimanên cihê tesbît bike û wan bide wergerandin bo kurdî. Ku koma xebatê karê xwe baş bike dikare bursan bide wan kesên ku dixwazin berhemekê wergerînin. An jî derfeta cihê ku lê kar bikin ji wan re amade bike. Wekî mînak dikarin salê 20 wergêrên ku dixwazin kar bikin derfeta ku li Kurdistanê wî karê xwe bikin ji wan re pêk bîne. Ger kesên li welêt dimînin û diwazin ji zimanên biyanî wergerînin, dikare derfet bo wan bê dan ji bo ku bên welatê zimanê ku jê werdigerînin û li wir demekê bimînin ji bo ku zanebûna xwe ya li ser ziman û çanda wî welatî bi pêş de bibin. Her sal dikare xelata wergerê bê dan.
Par mêvanê pêşangeha pirtûkan a navneteweyî li Frankfurtê Tirkiye bû. Tirk bi haziriyeke mezin hatin bi sedan berhem dan wergerandin, zêdeyî 300 nivîskar anîn Almanyayê ku tirkan temsîl bikin. Ligel ku kurdan ji nêz ve eleqedar dikir jî kurd ji bo wê ne amade bûn. Sala 2007’an jî Katalonya bi çanda xwe mêvanê rûmetê bû li Frankfurt. Gelek caran bal hat kişandin ku ev her du bûyer jî ji bo kurdan zaf girîng in, lê mixabin ev girîngî nehat dîtin. Bi rêya hin berhemên ji kurdî wergerandî û hin çalakiyên wêjeyî kurdan jî dikaribû bala dinyayê bikişanda ser xwe. Ji ber ku antolojiyeke kurteçîrokan a ji 15 çîrokên 15 nivîskarên kurd bi wergera almanî li ber destê min amade bû, min bi nameyekê pêşniyarî dezgeha Arasa li Hewlêrê kir ku ew wê bi aweyekî biweşînin, mixabin min tu bersiv jî ji wan wernegirt. Bi Beşdarbûna Katolanyayê rê li ber welatên ne xwedî dewlet jî vebû û ger kurd bixwazin dikarin di salên bê de bi çanda xwe bibin welatê mêvan li Frankfurtê, ku jê re jî xebat û amadekarî divê. Di serî de jî divê amadekirina hin berhemên wergerandî be.
Wergera ji zimanê 2 û 3’yê hûn çawa dinirxînin yan jî çi jê re dibêjin?
Husên Duzen: Her wergerek şiroveyek e. Ger di ser zimanê duyemîn an sêyemîn re werger bê kirin berhem ji rewşa xwe gelek tiştan winda dike. Ji ber ku bi rêya wergerê çandên cihê bi hev re dikevin têkiliyê û hev nas dikin, zaf girîng e ku ji zimanê berhemê yê resen bê wergerandin. Di rewşên ku derfetên wergera ji zimanê resen ne gengaz be, dibe ku mirov ji neçarî di ser zimanên din re wergerîne. Li Ewropayê yek weşanxaneya ku ji xwe razîbe û wergeranê di ser zimanê duyîn re bide kirin tune ye.
Danasîna herî aktuel ji bo wergerê çi ye?
Husên Duzen: Wergera wêjeyî, şirovekirina tekstekî wêjeyî ji zimanekî ji bo yekî din e. Di vê danasînê de du peyv hene ku ji bo wergerê zaf girîng in: şirovekirin û tekst. Mebest pê ew e ku di pêvajoya wergerê de ne veguhezandineke raste rast, lê belê şirovekirina tekstê resen girîng e. Her wiha divê wergêr ne ji peyvan dest bi karê xwe bike, lê belê ji tekst dest pê bike û dakeve wergirandina hevokan û piştre jî ya peyvan. Wergera/ê berhemên wêjeyî divê ji bîr neke ku ew tekstan werdigerîne, ne peyvan.
Pirsgirêkên wergêran û pirosesa wergerê çi ne, bi taybet jî wergêrên kurd?
Husên Duzen: Pirsgirêkên herî girîng kêmbûna eleqeya ji bo wergerê ye. Ji ber ku heta niha wergerî mîna karekî takekesî hatiye kirin û kesekî lê mêze nekiriye bê xebatên ku bûne çiqasî biserketî ne; di nav xebatên li ber destê me de gelek ji wan xwedî nirxên nizm in. Vê yekê hişt ku bi tevahî eleqe ji berhemên wergerandî re kêm bibe, an nemîne. Gelek kesên ku dest davêjin vî karî nikarin ji bin rabin. Kesê ku wergerê bike divê xwedî zanîneke kûr be. Eger werger ne xwedî xwendineke dorfireh, kesayetiyeke rexnegir û helwesteke bi prensîp be, dê tu carî nikaribe wergereke bi ser ketî pêk bîne. Bêguman ev rewş li def faktorên din, nahêle ku bazareke berhemên wergerandî çêbibe. Karekî ku pereyan neyne û kesek nekeve bin milê wî dê nikaribe baş biçe. Her wiha tunebûna alavên wergerê jî pirsgirêkek e li ber wergêran; tunebûna ferhengên birêk û pêk û hwd.
Tiştek me j ibîr kir be û nepirsî be yan jî gotineke din bixwazin bibêjin?
Husên Duzen: Wergêran karekî gunehkarî ye. Di Tewratê de behs dibe ku demek hebû, hemû mirov bi yek zimanî diaxivîn, heman peyv bikar tanîn. Rojekê hizirîn ku li bajarê Babel bircekê ji kelpîçan ava bikin. Her çû birca wan bilindtir bû. Wan dixwest xwe bi vî awayî bighînin ezmên, lewma Yezdan zimanê wan tevlihev kir û hişt ku hew ji hev fam bikin. Li gor Tewratê ev zimanên heyî bi vî awayî pêk hatine. Îcar ku niha wergêr bi riya karê ku dikin dîsa dihêlin ku mirov ji hev fam bikin, ma ne karekî gunehkarî ye? Lê ew her karekî pîroz e jî.
Ev hevpeyvîn ji kovara Tîrojê hatiye girtin


