Diyarname
Diyarbekirspor ku par ji Lîga 2'yem ket Lîga 3'yem bê rêveberî jî ma. Dê îro kongeray Diyarbekirsporê li dar bikeve lê ji ber ku dîwan nehat sazkirina cara diduyan kongre hate taloqkirin.
Lijneya Giştî ya Awarte ku li Salona Konferansê ya Yekîtiya Odeyên Karsaz û Esnafên Amedê kombûn, rêveberên kulîbê jî tevlî bûn, lê belê dîwana ku hilbijartinê bike nehate sazkirin. Loma jî kongre hate taloqkirin.
Hefteya borî jî kongre li heman cihî hatibû kirin, lê belê ji 197 delegeyan tenê 10 delege tevlî bûbûn, li gor zagonê "ji ber ku piranî tevlî nebibûn" kongre taloqî îro kiribûn.
Diyarbekirspor ku di sala 1968'an de hatiye avakirin hin caran di Lîga Yekemîn de lîstiye, lê niha bê xwedî ye.