Diyarname
'Neban' navê pirtûka nivîskar û mamoste Evdirehman Elçek e. Pirtûka çîrokan Neban par ji Weşanên Lîsê derket, bi çîrokên xwe yên serketî di nav çîroka kurdî de ji xwe re cihek vediqetîne.
Çîroka rûnekî lewîtî ye, Lalote, Tewanger, Parzûn, Quncika pişt derî, Welatekî bêpencere, Şaşik, Axurê Augeas, Kurşe, Kefenxwar, Neban, Bêguneh bi temamî pirtûk ji 12 çîrokan pêk tê û ji van çîrokan navê çîroka Neban di heman demê de li pirtûkê kirine. Di Nebanê de "xweziya xwe bi zimanê gumgumokê tîne" ku ew çawa bi zimanê xwe diaxivin lê ew bi xwe çiqas bang dike, diqîre kes nabihîze. Çîrok biyanîbûnê bi awayekî trafîk nîşanî xwendevan dide. Ji van hevokan jî mirov dikare biyanîbûnê, dûrbûnê jixwe bibîne: “Şivan û gavanan ew her tim li ser rêyekî dîtin û ew ber bi welatekî xerîb dimeşîya û xwe bi xwe digot: ‘Ezê bi êvarê re vegerim holika xwe.’ Lê mixabin ew qet tu carî venegerîya ser qula xwe. Ew çiqas meşîya, ew qas ji qula xwe dûr ket.”
Di pirtûkê de hin çîrok di nav çîrokan de ne ku nivîskar Evdirehman Elçek honandinek cuda bikar aniye: "Çîroka min" Ez Reşîdê Selîm, kurê bavê xwe. Temenê min 42. Nimreya pêvalên min jî 42..."
Di çîroka Laloteyî de jî bi zimanê laloteyî dikin vixevix.
Evdirehman Elçek di sala 1979'an de li Qereçobana Erzeromê hatiye dinê. Li Zanîngeha Ataturk Beşa Zimanê Tirkî xwendiye. Ew niha li Stenbolê mamostetiyê dike û pirtûka "Neban" yekemîn pirtûka wî ye.
- Neban / Evdirehman Elçek / Çîrok / 93 rûpel / Weşanên Lîs 2017 /