Amed
Li qeraxa Çemê Dîcle aliyê gundê Hucetî ya girêdayî Çinara Amedê bi awayekî komî masiyên telef bûne hatin dîtin. Masiyên telef bûne bêhn didin. Gundiyan masiyên telef bûne li qeraxa çem ferq kirin û li ber ketin. Hê nayê zanîn sedî sed sedema vê yekê çi ye lê tê gotin dibe ji ber kêmbûna ava bendavê ya ku ber didin nava çem ev telefbûna komî çêbûbe.
Foto ji Ajansa Mezopotamyayê hatiye girtin


