Diyarname
Li Misirê piştî Darbeya Leşkerî la xistina desthilatdariya Mursî, ev demek dirêj e li qadên Qahîreyê alîgirên Mursî çalakiyan pêk tînin û vê sibê li hemberî wan êrîşeke dijwar pêk hat. Bi sedan kes mirin û bi hezaran birîndar bûn.
Vê sibê zû li hemberî xwepêşendarên alîgirên Mursî êrîşên tund pêk hatin. Der barê bîlançoya êrîşan de hejmarên cur bi cur tên. Birayên Musliman diyar kirin ku komkuijyek pêk hatiye û 500 kes mirine û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê jî îdia kir ku 5 hêzên ewlekariyê bi giştî 15 kes mirine û 179 kes jî birîndar bûne.
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) jî diyar kir ku 3 jê di morgê de bi giştî 124 cenazeyên çalakgeran dîtine. AFP'ê da zanîn ku ev bîlanço tenê ya Qada Rabîaye.
Rewşa Awarte hate ragihandin
Li aliyê din ji Serokomariya Misrê daxuyaniyeke hate dayîn û hat ragihandin ku ji bo mehekê Rewşa Awarte hatiye îlankirin. Wezareta Karên Hundir jî got ku ji îro saet 17.00'an ve Rewşa Awarte dest pê dike û derketina kuçeyan qedexe ye.
KCD'ê êrîş şermezar kir
Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) êrîşa ku li paytexta Misrê Qahîreyê şermezar kir
BDP'ê nerazîbûn nîşan da
Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, bi daxuyaniyeke nivîskî, destwerdana li xwepêşandanên alîgirên Serokkomarê hilweşandî Muhammed Mursî yên serê vê sibê, bi zimanekî tund şermezar kir.
Di daxuyaniya Hevserokan de weha hat gotin: "Me bi xemgîniyek mezin bihîstine ku di encama destwerdana li xwepêşandanên şermezarkirina darbeya leşkerî ya Misrê de, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest daye, bi sedan kes jî birîndar bûne. Divê ev komkujiya hovane, tavilê bi dawî bibe. Ji bo vê yekê jî em bang li hemû aliyan û saziyên navnetewî dikin ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin. Em êrîşên li dijî sivîlan şermezar dikin, ji gelê Misrê re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfa dixwazin."


