Wan
Duh li Gevera Culemêrgê di dema çalakiyan de Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Li gorî rapora pêş otopsiyê her du bi 8 guleyan hatine qetikirin. Li gor raporê Mehmet Reşît Îşbîlîr bi 6 guleyan, Veysel Îşbîlîr jî bi 2 guleyan hatine qetilkirin.
Hêzên ewlehiyê gorên gerîlayên PKK'ê xira kiribûn. Hemberî vê yekê gel duh çalakiya şermezarkirina goran li dar xist. Di pevçûna dema çalikayê de polîsên tevgera taybet gule bi ser gel de barandin û di encamê de Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr hatin kuştin. Cenazeya her du îşbîlîran ji bo otopsiyê birin Wanê û li Saziya Tipa Edlî ya Wanê otopsiya wan çêkirin.
Di bin çavderiya pisporên tipa Edlî, parêzerên endamên Baroya Wanê û dozgerê Komara Wanê Ahmet Salîh Bîlgen de rapora otopsiyê derket. Di raporên pêşî yên otopsiyê de derket holê ku her du jî bi guleyan hatine kuştin.
***
Nûçeya eleqedar:
- Li Geverê polîsan 2 kes kuştin