Diyarname
50'emîn Festîvala Fîlman a Portekala Zêrîn a Antalyayê hedî hêdî ber bi destpêkirinê ve diçe. Îsal Seroka Juriya Festîvalê Turkan Şoray, di nav endamên juriyê de jî navên derhênerên navdar Reis Çelik û Umit Unal hatin eşkerekirin.
Reis Çelik û Umit Unal heta niha şanenava xwe avêtine bin gelek fîlman. Di navbera salên 90'î û 2000'î de Çelik û Unal fîlmên navdar kişandin û bi fîlmên xwe di nav qada sînemaya Tirkiyeyê de cih ji xwe re veqetandin.
Di wan salan de Çelik "Işiklar Sonmesin" kişand û bal kişand ser şerê di navbera PKK û dewletê de. Dîsa wî bi "Hoşçakal Yarin" şoreşgerên navdar Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan bibîr anîn. Çelik heta niha 12 belgefîlm jî kişandine.
Derhêner Umit Unal di salên wî yên dibistanê de hevnasîna wî û sînemayê çêbû, pêşî bi senaryoyên xwe, dûre jî bi fîlmên xwe yên ku derhêneriya wan kir navdar bû. Wî herî dawî di sala 2011'an de fîlmê bi navê "Nar" (Hinar) kişand.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn îsal 4-11'ê kewçêrê de li dar dikeve. Îîsal 68 fîlmên metrajdirêj serî li festîvalê dane û piştî pêşjuriyê dê fîlmên derkevin pêşbaziyê diyar bibin.
***
Nûçeya eleqedar:
- Li Porteqala Zêrîn serîlêdana di asta rekorê de


