Diyarname
Lîstikvan fûtbolê yê italî Marco Curto bi navê "Jackie Chan" bang li lîstikvanê Koreya Başûr Hwag Hee Chan kir. FIFA'yê bi sedema nijadperestî kiriye 10 mac cezayê nelîstinê da wî.
Par tîmên Wolverhampton û Como bi hev re maçeke amadehî lîstin. Di lîstikê de defansê Como lîstikvan Marco Curto bi banglêkirnia Hwang Hee-Chan ji aliyê FIFA'yê ve hat cezakirin. FIFA ku di warê nijadperestiyê de cezayan dibarîne, bi ser Curto de jî ceza birî û lîstina 10 maçan li wî qedexe kir.
Rojnameya îtalî La Gazzetta Dello Sport îdîa kiriye ku dê vê cezayê daxin 5 maçan.
Ji bo yên nizanin Jackie Chan lîstikvanekî sînemayê ye, ligel fîlmên qereteyê di fîlmên komedî de jî lîstiye.

10 maç ceza dan Marco Curto lê hê nediyar e dê cezayê wî daxin yan na.


