Çetoyê ZÊDO
Wekî ku tê zanîn di der heqê romana kurmancî de ji bo mijar, bûyer, leheng, vegotin û hwd gelek tişt têne gotin û têne ceribandin. Nivîskarên me kêm zêde xwe li van ceribandinên nuh diqewiminin û diceribînin. Di şêwazên xwe de û di mijarên xwe de dixwazin hin tiştên nuh li romana kurmancî zêde bikin; bi rastî jî ên ku ji heq tê jî henin. Ên ku bixwaze hin metafor û teknîkên nuh tevlî wêjaya xwe bike divê mirov wan tiştan bibîne û xweş fêm bike. Bila biceribînin serkeftî-neserkeftî xem tune. Ji xwe wê xwendevan li gorî pîvanên vergirtina xwendina xwe wê ji xwe re hilbijêre û wê ji xwe re tahmekê jê bistîne. Em her çiqasî li gorî pîvanên hunerê û wêjeyê binirxinin jî ya dawî wê li cem xwendevan bigihîje rastiya xwe…
Îcar em bala xwe bidin mijarên berhemên me yên niha. Ji mînakan bêhtir çi heye? Ji kerema xwe re hema eletexmîn ji pirtûkxaneya xwe rahêjin çend pirtûkên nuh! Wê xweş were dîtin. Tiştên beloq yek jê leheng in. Hîna gelek nivîskarên me bi lehengên xwe re li hev nekirine û lehengên wan piranî îdeal hatiye afirandin û bêqisûr tê hemberî xwendevan. Jiyana wan, tevgerên wan, axaftinên wan û bûyerên wan tevde neqandî ne û tevde esîl in. Mirov difikire, ma lehengên me yên qeşmer, xayîn, tirsonek an jî qehpik ket tune ne? Bi awayekî din, bi kêmanî be jî di hundirê mejiyê lehengên me yê “esil” de û yan jî di ramanên wan de (fantezî, çewtî, qeşmerî, cinsî û hwd.) tiştên ecêb (normal) ma qet derbas nabe?
Îro li gor ê rojeva wêjeyê lehengên îdeal (neqandî, esîl) xwedêgiravî diviyabû ji zû de derketiba! Kes nema qîma xwe bi van lehanga tîne. Ez wekî xwendavanêkî nema dixwazim, bê wê çi bi serê lehengên me yî hêja û neqandî were. Tiştên ku em tê derxînin bila ji xêra xwedê neqewime! Ku biqewime jî bila tiştên ku em jê ditirsin bila bi serê wî/ê neyê. Tiştên ku tê serê me bila neyê serê tu kesî! (û ji kerema we, bila neyê serê jêhatiyên lehengên nivîskarên me jî) Jiyan li ber çavê me didome. Tiştên em bi çavên xwe dibînin û dijîn û difikirin divê di berhemên kurdî de neyên veşartin. Bi otosansura nivîskêr nema kes baweriya xwe pê tîne. Ew û wijdanên wan çawa tahemul dike bila wisa be. Bi qîma xwe ne; soxîn?
Piçekî ji be xwendevan wexta ku bixwaze ku rahêje pirtûkê bixwîne, ji jiyana xwe, ji binhişiya xwe û ji çend xalên dimenên ramana xwe tê de bibîne. Xwendevan çima mîna trajediyên neqandî ji êşê (jan, derd û kul, kezebreşî) pê ve tiştekî dinê di pirtûkên kurmancî de nabîne? Ma para xwendevên tenê êş e? Çima temaya xurt her tim êş be? Eşên me, derd û kulên me ne kêm in, rast e… Bi şiklekî her kesekî kurd ji êşê rahiştiye para xwe. Bivê nevê ev êş wê têkeve binhişiya me û ji wir dikare têkevî nivîsarên me jî. (bixwe ez jî ji ber mijarê, li dora eşê bi rehetî derim û têm û dibînim ku di para min jî de kerb(êş) heye!) Sedemên eşê diyar in û berbiçav in. Ne ku mirov qet behsa êşê neke. Ev bûye wekî êşen santîmental û ji dû qûna xwendevên venagare. Bi xwe ez ji van êşan yekcar aciz im û wisa texmin dikim ku, ê mîna min jî difikirin her ku diçe pirtir dibin. Bi xwe nema qîma min bi van tiştan tê. Ji bo xwedê kî dikare bibêje ku êşên kesayetî ji êşen kurdî dest pê dike? Rehme emê nema hev bixapînin. Her kes bi şiklekî girêdayî miletê xwe ye. Tu bikî nekî civak û pergal wê bandora xwe li ser kesayetiya mirov bike. Lê ev ne bi serê xwe ye; belkî bibe atmosfera ku mîna mirov tê de dijî. Derûniya lehangan û binhişaya wan di nivîsaran de dibin sedemên sereke. Ji serî heta binî ev êşên ku her mirov pê dizane di wêjeyê de tê bikaranîn. Ezê bipirsim: Tiştên ku xwendevan bi rehetî pê dizane (texmîn dike) çima nivîskar qîma xwe pê tîne? Xwedêgiravî hunervan yan jî nivîskar ku ferqa wî/ê ji xwendavan tune be, em ê çawa jê re bibêjin nivîskar. Ne diviyabû bi çend gavan jî be li pêşiya xwendavanê/a xwe be û divê xurt bûya. Wexta ku bişibiya me, wê çaxê em ê çima jê re dibêjin hunermend yan jî nivîskar? Tiştekî nû neafirandibe û şêwaza vegotina wî/ê tune be çi ferqa me û nivîskar dimîne? Bi van tiştên lawaz û ji rêzê heqê tu kesî tune ye ku li benda hurmetê bimîne. Xwe dikarin bixapînin, lê vê gavê tu hêqê wan li xwendevan tune ye.
Di her curêyên nivîsê de, ji helbestê bigrin heta axaftinek (nivîsek) rojane yan jî nûçeyek rojnameyê ku bi kurmancî be, bi zimanekî tewşo mewşo tê gotin ku ji êşê (belkî ne êş be jî ) çav sor dibin êş dibarin û yan jî ma’dê wan dixele. Mirov tê ku ji wê nivîsê sar bibe û zû ji dest bavêje. Nivîs nakene, ziman nabiriqe û şewaz mirov bi ser hev de dieciqîne.
Ez carnan difikirim, gelo xwendevanên me yên kurd ên vê demê ma ew qasî ehmeq in? Ew dixwînin û tirê lê diqetînin; lê mixabin ne bi kurdî! ê ku bi kurdî dixwînin jî, li gorî xwendinên xwe yên bi zimanêkî biyanî kurmancî miqayese dike. Ez dibêm vê carê xweştir têdigihîje bi kurmancî çi dibe çi nabe. Ez ne bawerim ku tu kes newekî xwendevanê kurdî dilbirehm e û li benda çend pirtûkên niv vêketî jî be; ew dilşa dibe. Lê belê ev nebes e. Ew dixwaze tahmeke ji zimanê xwe û ji wêjeya xwe hilgire. Dixwaze bi wêjeya xwe zêdetir serbilind bibe. Kengî wê bê, ew nivîskarên ku li xwendevanên xwe digere û ewên ku li xwe zêde bike û xwendevanên xwe hêj bike? Ka li ku ne? Pêdivî bi nivîskarên me yê qure heye. Pêdivî bi profesyonelên her cureyên hunerê heye. Wexta xatir û minetê ji zû ve qediyaye. Bi çend peyvan û bi çend siloganên wekî vê nivîsa min ez dizanim tiştek jê dernakeve. Bimre silogana peyvên kurtêl û bijî gewitiya hunera bi kurdî!..
Wexta ku em xwendina kurdî wekî deyndariyekê bibinin (bi xwe û wekî gelekên me em wisa dibînin) em ê xwe ji van êşan berpirsyar bibînin; em ê mecbûr bimînin ku bi vî awayî xwendina êşên xwe bi fermî dewam bikin. Kes ne deyndarê tu kesî ye. Nivîs êdî ne karê biryargirtinê ye. Ji bo berpirsiyariyê kes nema dinivisîne. Her kes bi qîma xwe ye. Kes ne mecbûrê biryarên fermî ye. Kes ne xwediyê êşê ye. Ê ku jê tê, bi gewîtiya xwe, bi kêf û riza xwe dinivîsîne û dixwîne. Ez ji xwendina deyndariyê tu heviyê nakim. Ji xwendin û nivîsandina bi vî rengî tu tiştekî orijînal dernakeve. Kengî em bi kêfa xwendina xwe ya bi kurdî – xwe bi xwe- bi awayekî gewîtî be jî devam bikin û bixwînin ez dibêm wê çaxê bi rastî nîqaşa gelek tiştan, wê bi hêsanî ji holê rabe. Tew nema wê were bîra me û em ê li ser wêjeyê zêdetir rehet bibin û li gor rastiyên xwe bixwînin.
Destpêk, bingeh û hêviyên xweş… Ku mijar xwendina kurdî be gotinên ji rêzê li du hev rêz dibin. Tu bala xwe bide kê yek tiştî dibêjî, “Ez di destpêkê de me.” Îroj em ne di destpêkê de ne; em di navenda jiyanê û hunerê de ne. Bingeh jî heye, ne hewce ye em li benda mûcîzeyên bêguman bimînin. Zehmetiyên rojê yên civakî û hunerî hene û ez dibêm her xwendevanê/a kurd, ji van astengî û zehmetiyan xeberdar e. Ne ku em xwe bispêrin hin tiştan û bi bêdengiyekê li benda mucizeyan bin. Jiyan îro ye û divê em ji vê kêliyê kêfekê ji xwe û ji xwendinên xwe bistînin. Ev kêf dibe ku ji eşê jî were, xem nîn e.
Ez ne bawerim ku kes nemaye bi pirtûkekê hişyar bibe û bi rastiya xwe bihese, xwe nas bike. Wexta propagandaya wêjeyê qediyaye û ji zû de hilweşiya ye. Kes nema bi du-sê pirtûkan qanî dibe. Çawa qîma xwendevên were, li gorî derfetên xwe û kêfa xwe ji bo xwe dinyayekê çêdike û di vê wateya dinyaya xwe de dijî. Bi formulên xweş û mekanîk mirov nikare çend rojan reçeteyekê bide tu kesî.
Xwendin û nivîsandin bi tenêbûn dibe. Mirov bi xwendina xwe di tenêtiyê de ye, çi qasî bixwîne ew qasî tenê di hundirê xwe de tenê dimîne û hîn bi xwe re eleqeder dibe. Geh ev tevger mirov rehet dike û geh jî bêhêvî dike. Ku kengî yek berhemê bixwîne tena serê xwe ye. Xwendevan û pirtûk bi hev re ne. Tiştên ku em hîs dikin yên ku em difikirin û yên em tê de dijîn tevlihev e nivîs û xwendina me ye. Mirov nikare berhema ku bixwîne bilî kesîtîbûna xwe binirxine. Li gor xwestaka xwendevan a wê dîmenê, divê çend berhem hebe ku karibe bi zimanê xwe çend tiştan bixwîne.
Mirov nikare xwendina kurdî standardîze bike; bê standardîzekirin jî wê nerastiyên û çewtiyên mezin tê de hebe. Îroj xwendevanê dinyayê çawa bin ew jî wisa ye. Wekî her miletî bi çend ferqan cudatir e. Nayê wê wateyê ku berhemên me, ji rastiya xwendevanên xwe dûr be. Îroj berî her tiştî xwendevanekî bîrbir û xwemxwir heye. Tu qisûr di xwendin û axaftin wan a bi kurdî tune ye. Paradoksên xwendina kurdî bi zêdeyî li cem wan kurdên nexwendeyên kurdî heye. Rastiyek berbiçav heye ku îroj her xwendevanên kurdî xwendevanê zimanekî biyaniye jî ye. Bi vî awayî haya xwendevan ji wêjeya dinyayê kêm zêde çê dibe. Jiyana kesayetiyê piralî ye û di hundirê xwe de jî nakokiyan dihewînî. Tu standarta kesayetiyê tune ye. Wexta xwendevanên wekî kesên piralî, parîkî xwe di berhemên kurdî de bibîne vê carê ne wekî armancekê; lê belê wekî kêfekê berhaman di destê xwe de wê bixwîne.
Mijar, bûyer, leheng, cih, raman, şêwaz, vegotin û hwd. divê bi şiklekî bi me nas were. Bi aweyekî din divê xwendevan bi hêsanî karibe hin tişta tê de bibîne. Bi vî awayî xwendevan karibe tevlî nav atmosfera berhemê bibe. Tev nakokî- nexweşî û qisûrên xwe û tev guneh û xêrên xwe. Xwendevanên kurd divê ji terefê nivîskarên xwe ve xweş werin nas kirin.
Êdi xwendevana gewî nizanim wê çava bê fam kirin?
Avrêl, 2009
cetoyezedo@hotmail.com


