Diyarname
Ji bo dostaniyê tîma Meraşspor û Zaxospor dê hefteya pêşiya me bi hev re maçeke bilîze.
Li gor nûçeya Tugba Ulger a di rojnameya Tarafê de Kahramanmaraşspor ji bo serdema nû ya futbolê hin lîstikvanên nû kirîne û wekî maça destpêkê jî dixwaze bi tîmeke biyanî re bilîze. Tîmê biryar daye ku bi tîma Zaxospor a Herêma Kurdistana Federe re bilîze. Li gor nûçeyê Serokê Klûba Kahramanmaşasporê Muhammed Gunkut wisa gotiye: "Em li vê derê aştî, biratî û dostaniyê ne tenê wekî sembol, di heman demê de wekî dîtbarî jî dixwazin nîşan bidin. Em bawerin ku di vê de emê bi ser bikevin."
Wekî notek: Meraşspor li Tirkiyeyê di Lîga 2'yem Koma 4'em de dilîze. Meraş, digel ku bajarê kurdan e jî li navenda wê digel kurdan, tirk jî dijîn.


