Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û amadekarê Ferhenga Mezin a Kurdî-Tirkî, Tirkî-Kurdî Zana Farqînî li ser ferhenga ku Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç ji TDK’ê re gotiye çêbikin axivî. Farqînî pirsan diavêje holê û dibêje: “Dê kîjan xebatan ji xwe re bikin referans û dê kesên di vî warî de bixebitin, ji kar û xebat, ji lêkolîn, lêgerîn, weşan û pratîka zimanê kurdî, ji zaravayên wî, ji rastnivîs û gramera wî çi qas agahdar bin? Tiştê ku em dixwazin ev e ku divê dewlet, saziyên dewletê, hikumet, saziyên kurdan qebûl bike, bi wan re bikeve têkiliyê, hurmet nîşanî ked û xebata wan bide.”
Heta salên 2000’î li nav kurdan hejmara ferhenga gelek kêm bû, hema hema di asta tunebûnê de bû. Di sala 2000’î de bi amadekirina Zana Farqînî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Ferhenga Tirkî-Kurdî ya ku têde 32 hezar serê madeyê, bi giştî 60 hezar peyv hebûn weşand. Paşê Farqînî ev xebata xwe firehtir kir û di sala 2004’an de jî wekî Ferhenga Mezin a Kurdî Kurdî-Tirkî, Tirkî-Kurdî amade kir û weşand. Di vê ferhengê de jî 166 hezar made hebûn. Hê jî li nav kurdan, li Bakur û li Tirkiyeyê ev wekî ferhenga herî mezin e. Farqînî di sala 2007’an de jî ferhengek Kurdî-Tirkî, Tirkî-Kurdî ya navîncî amade kir û ev jî ji nav Weşanên Enstîtuya Stenbolê derket. Û di van salên dawî de hin ferhengên bêrîkê jî li van ferhengan zêde bû.
Wê rojê Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç got: “Ji bo ferhenga kurdî amade bikin min ferman daye TDK’ê (Saziya Zimanê Tirkî).” (29.09.2012, Milliyet) Arinç rojên dûre jî ev gotina xwe domand.
Zimanzan Zana Farqînî ku niha di heman demê de Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye ev li dor 20 salan e peyvên kurdî berhev dike, di encama wê de jî ferhenga mezin amade kiriye. Arinç ku diyar kiriye dê TDK ferhengê amade bike û ji axaftina wî diyar e dê ji saziyên kurdan nepirsin, di rewşeke wisa de gelo amadekarê ferhenga kurdî ya mezin Farqînî çi difikire? Me li ser meseleyê çend pirs arasteyî Farqînî kirin.
Bulent Arinç dibêje TDK ji bo amadekirina ferhenga kurdî dest bi xebatê kiriye. Di rewşeke wekî îro de saziyeke dewletê dê ferhengeke çawa çêke? Mimkun e tiştekî baş jê derê? Û çêke jî dê çavkaniyên wê çi bin?
Em jî ji çapemeniyê dişopînin ku Alîkarê Serokwezîr Birêz Bulent Arinç talîmat daye Saziya Zima a Tirkî (TDK) da ku ferhengeke kurdî amade bike. Serokê saziya ziman jî daxuyand ku ji bo amadekirina ferhengê hewcedarî bi deh salan heye.
Carek, di serî de biryara amadekirina ferhengeke kurdî ya ji aliyê saziya dewletê ve wekî tiştekî erênî û xweş tê dîtin. Ev yek ji bo rewatiya zimanê kurdî jî tiştekî erênî ye. Lê bi ya min, mesele ev çend ne hêsan û besîd e. Zêhniyet û niyeta heyî, mirovan dide fikirandin. Hem dewlet hem jî vê saziyê tu car hebûna zimanê kurdî, bi awayekî heq nepejirandiye. Jixwe em bi helwesta Saziya Zimanê Kurdî dizanin. Vê saziyê heta niha tu xebateke zanistî li ser zimanê kurdî nekiriye. Berevajiyê wê zimanê kurdî wekî zimanekê têkel ê ji erebî, farisî û tirkî pêkhatî nîşan daye.
Îcar em bibêjin ku vê saziyê helwesta xwe guhart û li ser telîmatê jî dest bi xebatê kir. Divê meriv bipirse, gelo di binyeya wê de kî hene ku bikaribin xebateke wiha zor û zehmet bikin ku divê ew di warê kurdî de xwedî ked û tecrûbe bin! Em bi xwe, bi tu tiştî nizanin. Ji niha de mirov nikare nirxandineke zanistî li serê bike. Ji ber ku em jê ne agahdar in bê di komîsyonê de kî hene an jî dê bi kê bidin kirin.
Îcar em bên ser çavkaniyan. Bêyî çavkanî ne mimkun e ku bikaribin xebateke wiha bikin. Eweliyata xebata li ser ferhengên kurdî heye, bêyî vê yekê jixwe qet nabe. Pirsa din jî ev e, dê kîjan xebatan ji xwe re bikin referans û dê kesên di vî warî de bixebitin, ji kar û xebat, ji lêkolîn, lêgerîn, weşan û pratîka zimanê kurdî, ji zaravayên wî, ji rastnivîs û gramera wî çi qas agahdar bin. Kurt û kurmancî divê mirov çap û kalîteya wan bizanibe. Kesên derî van xebatan mane, bawerî nadin me. Pratîka TRT 6’ê, ya Enstîtuya Zimanên Zindî ya Artûkluyê, beşên zimanên kurdî yên zanîngehên din, kadroyên ku di wan de cih digirin, nahêle ku mirov xweşbîn be.
Ji dêvla ku ji nû ve ferhengekê çêkin, çima bi we re nakeve têkiliyê û ya we belav nakin? Di vî warî de hûn bi wan re ketin têkiliyê, hûn dixwazin bikevin têkiliyê yan na?
Hem birêz Bulent Arinç hem jî saziyê din ên dewletê ji ferhengên me agahdar in. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê birêz Osman Baydemîr, ferhenga min a Kurdî-Tirkî, ku 166 hezar made ye, li Amedê wekî diyarî pêşkêşî birêz Bulent Arınç kiribû. Şaredariya Êlihê (Batmanê) jî ferhenga min a Tirkî-Kurdî (60 hezar made), di dema ziyareta şaredariyê de wekî diyarî dabû birêz Serokkomar Abdullah Gul. Her wiha li meclisê jî di civîneke Koma BDP’ê de ferhenga min a Tirkî-Kurdî hatibû rojevê û jê hatibû behskirin ku ev tev di çapemeniyê de derketibûn û bûbûn nûçe. Loma mirov nikare bibêje ku haya raya giştî û saziyên dewletê, ya Saziya Zimanê Tirkî jî ji van ferhengan nîn e. Jixwe ferhenga Tirkî-Kurdî, di sala 2000’î de, ya Kurdî-Tirkî di sala 2004’an de, ferhenga min a Kurdî-Tirkî, Tirkî-Kurdî (75 hezar made) jî di sala 2007’an de ji aliyê Enstîtuya me ve hatine weşandin. Ev ne xebatên wisan in ku nû hatine weşandin û raya giştî ji wan ne agahdar in.
Ez agahiyeke girîng jî bidim we, ez neşaş bim di 26’ê Îlonê de Midûrekî Nivîskariya Taybet a Birêz Bulent Arinç, li Enstîtuyê geriya û ji min ferhenga Tirkî-Kurdî xwest û me jî ji wan re şand.
Tiştê ku em dixwazin ev e ku divê dewlet, saziyên dewletê, hikumet, saziyên kurdan qebûl bike, bi wan re bikeve têkiliyê, hurmet nîşanî ked û xebata wan bide. Lê tiştê ku dixuye ev e ku rayedarên dewlet û hikumetê xwe li dîtina van saziyên kurdan danaynin. Xwedêgiravî dixwazin çi hewce be ew bikin. Kurt û kurmancî, der barê niyeta wan de em bişik û guman in û jixwe rewşa zimanê kurdî ji rewşa siyasî ne cuda ye. Ew bi xwe xwedî helwesteke wisan in ku saziyên kurdan, kurdên xwedî helwest ji xwe re muxetab nabînin. Zêhniyeta ku digot eger komunîzm jî ji vî welatî re lazim be em ê bînin, berdewam e.
TDK ku heta îro peyvek kurdî jî qebûl nekiriye, peyvên bi kurdî yên di ferhenga tirkî de wekî peyvên farisî, erebî nîşan dane dê îro çawa kurdî qebûl bike? Dê ji ya xwe bê xwarê?
Helwesta Saziya Zimanê Tirkî, ji helwesta siyaseta dewletê ne cuda ye. Dewlet, hikumet çi qas nêzî meseleya kurdî bibe ew jî ew qas nêzik dibe. Elbet heta Saziya Zimanê Tirkî helwesta xwe ya heyî neguherîne, der barê zimanê kurdî de nebe xwedî helwesteke zanistî dê bi guman li xebatên wê yên li ser zimanê kurdî bê mêzekirin. Loma em dibêjin, divê pêşî hikumet, rayedarên dewletê samîmîbûna xwe ne tenê bi daxuyanî û gotinan, divê bi kirin û gavavêtinan nîşan bidin.
Ger ferhengeke kurdî çêke û peyvên kurdî tê de biweşîne, heman peyvên di ferhenga Tirkî ya Mezin a TDK'ê de jî hebin dê nakokiyeke çawa derê? Tu çi difikirî?
Çawan min di serî de jî got, berî her tiştî samimiyet girîng e, pîvan jî zanistîbûn e. Divê ji helwest û ramanên siyasî dûr bin. Rastî çi be, divê ew be. Ne li gorî zêhniyeta berê be ku wan ne zimanê kurdî dipejirand ne jî gelê kurd.
Belê, serokwezîr jî, rayedarên hikumetê yên din jî dibêjin ku wan dawî li siyaseta red, înkar û asîmîlasyonê aniye. Lê mixabin hem daxuyaniyên wan ên ku zimanê kurdî biçûk û kêm dibînin hem jî mijara dersên hilbijarde û hem jî helwesta wan a hişk a der barê perwerdeya bi zimanê dayikê de, dike ku meriv bi awayekî gumandar nêzikahî li daxuyanî û xebatê wan bike û baweriya xwe bi wan neyne.
Em difikirin, ev zêhniyeta heyî ya rayedarên dewlet û hikumetê ku kurdan wekî gel tevî mafên wan napejirîne, sazî û dezgehên kurdan û şexsiyetên ku bi salan di warê ziman de ked û bedel dane ji xwe re nake muxetab, bi wan naşêwire, dê çawan kêşeya kurd çareser bike!