Diyarname
Encamên Pêşbaziya Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bû.
Encamên Pêşbaziya Xelatên Rojnamegeriyê ku ji bo bîranîna nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê Musa Anter û şehîdên çapemeniyê ve tê dayîn diyar bû.
Xelatên 16’emîn Pêşbaziya Rojnamegeriyê ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku îsal ji aliyê rojnameya Azadiya Welat û rojnameya Alternatîf ve hatin organîze kirin diyar bû. Îsal di beşên nûçeyên kurdî û tirkî, wêne û karîkatur de xalat hatin dayîin. Herwiha ji bilî beşên hatin desnînaşin kirin, xelata taybet a juriyê ya wêne û karîkakutan jî hate dayîn.
Di pêşbaziyê, di beşa nûçevaniya bi kurdî de nûçeya M. Ali Ertaş a bi navê “Gaziyê dewletê bi komkirina çopê debara xwe dikin” hêjayî xelata yekemînî hate dîtin. Xelata beşa nûçeya tirkî jî di navbera 3 rojnamevanan de hate parvekirin. Têkildarî teqîna di 27’ê Tîrmeha 2008’an a li Gungorena Stenbolê pêk hat nûçegîhanên DÎHA’yê Firat Çagin û Uygar Gultekîn û nûçegîhana Evrenselê Ceren Saran nûçe li ser bûyerê amade kiribûn. Di roja destpêkê de hikûmeta AKP’ê, rayedarên dewletê û medyaya tirk wekî kiryarê bûyerê PKK nîşan dabû. Çagin, Gultekîn û Saran bi nûçeyên xwe paşperdeya bûyerê eşkere kiribûn û ev nûçeyên van her sê nûçegîhanan di beşa tirkî de xelat girt.
Di beşa wêneyê de Paşa Îmrek, di beşa karîkaturê de jî Mehmet Ali Guneş xelat wergirtin. Li gor agahiyên ku bi dest ketine ji ber di her beşê de tenê berhemek diviyabû were hilbijartin endamê juriyê di destnîşankirinê de gelekî zehmetî kişandin. Bi vê armancê juriyê xalata taybet ya rûmêtê berhemên van kesan layiq dîtin: Di warê nûçegihaniyê de Welî Ay, Şerî Karataş û Nesrîn Yazar, di beşa karîkaturê de Murat Îpek û Ahmet Bilge, di beşa wêne de Weysî Altay. Di beşa nûçeyên kurdî de jî nûçeya Cemîl Oguz a bi navê, “Nav her pirsgirêk bû di nav kurdan de” û ya Erdogan Altan a bi navê “Kerboranê çi dît çi nedît” hêjayî xelata taybet a nûçegihaniyê hate dîtin. Di nav juriya nûçeyên kurdî yê Pêşbaziya Rojnamegeriyê ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniyê de Kekşar Oramar, Reşad Sorgul, Semîha Alankuş, Adil Zozanî, Ertuş Bozkurt cih girtin. Di beşa nûçeyên tirkî de jî Aydin Çubukçu, Murak Çelikkan, Fatîh Polat, Ahmet Tulgar, Huseyin Aykol endametiya juriyê kirin. Di beşa wêneyê de jî endamên juriyê Ramazan Ozturk, Gultekin Tetik, Îsa Çelîk, Çerkes Karaş, Zafer Tuzun bûn. Di beşa karîkatûrê de jî Tan Oral, Gulay Batur, Ender Ozkahraman, Rewhat, Halîl Încesu mîna endamên juriyê cîh girtin Xelatên pêşbaziyê 20’ê vê mehê li Nisêbînê dê bi merasimekê bêne belavkirin.
Yekemîn Pêşbaziya Pêşbaziya Rojnamegeriyê ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniyê di sala 1993’yan de ji aliyê “Ozgur Gundem”, 94’an de “Ozgur Ulke”, 95’an de “Yenî Polîtîka”, 96’an de “Demokrasî”, 97 û 98’an de “Ulkede Gundem”, 99’an de “Ozgur Bakiş”, 2000’î de “2000’de Yenî Gundem”, 2001 û 2002’yan de “Yedîncî Gundem”, 2003’yan de “Yenîden Ozgur Gundem”, 2004, 2005 û 2006'an de jî ji aliyê “Ulkede Ozgur Gundem”, 2007'an de jî ji aliyê Gundemê ve hate dayîn.


