Diyarname
Heta niha 5 rêzeyên Termînator hatin kişandin û niha amadehî ji bo ya 6'an tê kirin. Tê gotin ku ev Termînatorê 6'emîn dê wekî berdewama "Termînatorê2: Judgmend Day" be.
Hat ragihandin ku kişandina Termînator 6 dê havînê dest pê bike û havînê bi dawî bibe. Derhêner Tim Miller dê v^ebeşê bikişîne û serlîstikvaniya fîlm de dê Arnold Schwarzenegger bilîze. Her wiha Linda Hamilton jî dê rolê bigire ser milên xwe.
Li gor bernameyê roja 26'ê tîrmeha 2019'an dê fîlm bikeve vîzyonê û piştî vê rêzeyên din ên vê beşê jî dê bêne kişandin.
"Terminator: Genisys" ku wekî beşa dawî ya Terminator hatibû kişandin ligel lîstikvanên xurt têde lîstibûn jî serketinek mezin bi dest nexistibû.