Rêwîtiya fezayê a taybet dest pê kir: Roket bi rê ket
Diyarname
Ji ser axa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kompaniya bi navê SpaceX* roketa ku dê here fezayê bi rê kir. Di roketê de 2 zilamên NASA'yê (Daîreya Feza û Hewayî ya Neteweyî) hene. Navê "Crew Dragon" li roketa þandî kirine. Li gor saeta Tirkiyeyê êvara 30'ê gulanê saet 22.22'yan de rojek hat þandin.
NASA TV ev tevgera dîrokî bi awayekî yekser weþand û li dinyayê hat temaþekirin.
Xwediyê "Space X" kesekî bi navê Elon Musk e. Ger ev çûyîn bi ser bikeve dê bibe yekem kompaniya ku ji DYA'yê mirovan diþîne fezayê. NASA û Musk gotibû ku ligel rewþa hewayê ne baþ e jî ewê roketê bi rê bikin û kirin jî.
Plan ew bû roja 27'ê gulanê roketê bi rê bikin lê ji ber rewþa hewayê berî bi rê bikin bi 16 deqîqeyan ew betal kiribûn û ji bo 30'ê mehê hiþtibûn.
Navenda kompaniya "Space X" li Kalîforniyaya DYA'yê ye. Space X'ê ji bo vê xebatê bi ser 3 mîlyar dolarî de piþtgirî ji NASA'yê girt û ev pere ji bo çêkirina kapsula Crew Dragon bikar anî.
Kompaniyê heta niha ji bo ceribandinê gelek tiþt bir fezayê lê yekem car e mirovan diþîne. Bi serketine vê dê bibe sedem ku kompaniya Space X êdî mirovan wekî rêwî bibe fezayê û bîne.
Li aliyê din Musk û lîstikvanê sînemayê Tom Cruise li hev kiribûn ku li fezayê fîlmekî bikiþînin.
Li gor hesabê ger pirsgirêk derneyê rojek roja yekþemê (31'ê mehê) saet 17.30'yan de dê bigihê cihê xwe. Musk dema ew bi rê ve kirin sipasiya xebatkarên xwe kir û ji bo rêwiyan jî got, "Ji dîmena xweþ a vê grestêrkê kêfê bigirin."
*Me navê kompanî orjînal "Space X" nivîsandi, ev "X" ne "x'ya kurdî ye. Wekî tercih em tipên alfabeyên biyanî li gor xwendina kurdî dinivîsin, divê wisa ba "Space KS" lê me dest neda orjînala wê.