Diyarname
Çinarê şanoya tirk, lîstikvan Muşfik Kenter di 80 saliya xwe de wefat kir.
Muşfîk Kenter di sala 1932'yan de li Stenbolê hatiye dinê. Di sala 1947'an de li Enqereyê di beşa Şanoya zarokan a Dewletê ya Enqereyê de dest bi şanoyê kiriye. Li heman bajarî dest bi Konsevatuara Dewletê Beşa Şanoyê kir û di sala 1955'an de bi dereceyeke bilind ev beş kuta kir û derbasî şanoya dewletê bû. Wî bi lîstina lîstika Oguz Ata dest bi şanoyê kir.
Kenter di sala 1959'an de dest ji Şanoya Dewletê berda û li Stenbolê tevî xwişka xwe Yildiz Kenter bi Muhsin Ertugrul re xebitî. Wan bi hev re li Kuçuk Sahneyê lîstik lîstin. Her du Kenter, Şukran Gungor û Kamuran Yuce bi hev re salên dirêj di şanoyê de lîstin.
Kenteran di salên 1960-61'ê de Site Tiyatrosu vekirin, sala 1962'yan de nav guhartin kirin Ken Oyuncular. Her du Kenter'an û Şukran Gundor di sala 1968'an de li Stenbolê çêkirina avahiya Şanogeha Kenter temam kirin.
Muşfîk Kenter ku ji Heyeta Çandê ya Îngilîz û Rockefel burs girt û li DYA û Îngilistanê li ser şanoyê lêkolîn kir, li welatên wekî Îngilistan, Amerîka, Fransa, Almanya, Yugoslavya, Qibrisê û li gelek welatên din lîstik derxistin ser dikê.
Lîstikvanê navdar Muşfîk Kenter lîstika "Bir Garip Orhan Veli" lîst. Ev lîstika ku Murathan Mungan ji helbestên Orhan Veli lîstika şanoyê nivîsandibû, Kenter tam 25 salan ser hev de ev lîstik lîst.
Kenter piştî ku ji Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Mîmar Sînan malnişîn bû Serokatiya Beşa Şanoyê ya Konservatuara Zanîngeha Halîçê û Derhêneriya Hunerê ya Giştî ya Şanoya Şaredariya Bakirkoyê kir.
Şanogerê navdar heta niha di nav hunerê de, di lîstikên şanoyê lîst, di fîlman de rol girt ser milên xwe û di heman demê de deng da fîlman.
Di nav fîlmên wî de fîlmên wekî Sevmek Zamanı, Uç Arkadaş, Seni Kalbime Gomdum ku bûne wekî klasîk lîst. Di sala 1966'an de li Festîvala Antalyayê bi fîlmê "Bozuk Duzen" xelata Lîstikvanê Herî Serketî yê Duyemîn girt.
Kenter heta niha deng dabû gelek fîlmên biyanî, belgefîlm û reklaman, ku di nav van de rêzefîlmê bi navê "Alf" heye ku ev rêzefîlm hem li Tirkiyeyê, hem li dinyayê navdar bû.
Kenter ku ev demekê bû ji ber qansêra pişikê dihat dermankirin roja 15'ê mehê wefat kir. Roja înê (17'ê mehê, saet 10.00'an de li ber Şanogeha Kenter dê merasima cemaneya wî bê kirin, piştî nimêja li Mizgefta Teşvikiye nîvrokî dê bibin Goristana Kîlyosê û li wê derê veşêrin.