Silêmanî
Îsal 18'emîn car Xelatên Zêrîn ên Bile (Îbrahîm Ehmed) hatin belavkirin. Di merasimê de ev xelat dan 10 kesên wekî hunermend, rewşenbîr û şoreşger
Ji bo dayîna Xelatên Îbrahîm Ehmed ku wekî Xelatên Zêrîn ên Bile têne zanîn li Salona Huner a Silêmaniyê merasim li dar ket.
Di merasîmê de pêşî Şanaz Îbrahîm Ehmed axivî û got: “Me nekariye sûd ji pirtûkên kurdî û erebî yên Îbrahîm Ehmed werbigrin ku têde behsa mafên çarenûsazê dike. Hîna li Iraqa federal me nekariye sûd ji hevbeşiya rasteqîn werbigrîn. Rojane destdirêjî tê kirina ser xaka me, av li ser me digirin û qada asîmanî li pêş me digirin.”
10 xelat hatin belavkirin. Yek ji wan dan doktarekî ji Rojava yê bi navê Dr. Ciwan Hemî.
Hemî ji Rojava ye. Ew pisporê hestî û şikestinê ye. Di dema êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de wî xwe gihand çiyayê Şengalê û alîkariya birîndaran kir. Ev xelat bi taybetî ji aliyê Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ve hat pêşkêşkirin. Di dema dayîna xelatê de Talebanî behsa girîngiya yekrêzî û yekparçeyiya Kurdistanê kir.
Xelatek jî pêşkêşî binemala Bedirxaniyan hat kirin. Bedirxanî ku di nav dîroka kurdî de xwedî cihek girîng in. Li ser navê malbatê Elî Bedirxan (Kurê Ehmed Bedirxan) xelat ji destê Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd girt.
Di merasimê de xelat dan van kesan:
1- Nivîskarê "Elif û Bêya Kurdî" Îbrahîm Emîn Baldar (Bi navê ‘Bavê wişe’ tê nasîn)
2- Elî Ekber Murad (Ew ji Kirmaşanê. Di sala 1988’an de gruba Şems damezrandiye û xwediyê bi dehan CD û pirtûkên fêrbûna meqam û tembûrê ye.)
3- Dr Exter Necmedîn (Sala 1941’ê li Bexdayê hatiye dinê. Zanayê fîzîka atomê ye. Gelek xizmet ji nexweşên penceşêrê re kiriye. Di sala 2004’an de bûye wezîrê xwendina bilind a hikûmeta Herêmê. Yek ji damezrênerê Nexweşxaneya Hîwa ye.)
4- Nasir Rezazî (Hunermend e, ji rojhilatê Kurdistanê ye).
5- Mamosta Xalid Elî Caf (Heta niha 1489 belgeyên ku piştrast dikin Kerkûk Kurdistan e peyda kiriye. Hemû jiyana xwe ji bo belavkirina van belgeyan a bi wêne veqetandiye.)
6- Mamostayê Zanîngehê Dr. Şêrko Ebdullah (Teksta 12 şanoyan nivîsiye û 14 pirtûk wergerandiye. Ew yek ji damezrênerên Nexweşxaneya Hîwa ye.)
7- Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî
8- Dr. Ciwan Hemî (Ji Rojava ye.)
9- Feyme Mihemed (bi nasnav Feyme Koçerî. Feyme Koçerî li Sengaw hatiye dinê. 57 kes ji malbata wê di enfalê de canê xwe ji dest dane. Ew sê salan pêşmerge bû.
10- Pêşkêşî binemala Bedirxaniyan hat kirin.